Tirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Tirî (Harsim)

Tirî (bi soranî, tirê), fêkîyek havînî ye, şîrîn e rengên wî sor û kesk e. Ji tirî mey û areq tên çêkirin. Dîsa ji tirî mewîjên hişkirî jî, ji bo zivistanê werê xwarin çêdikin. Hevilên tirî li tendirustiya mirov gelek heye ku germoke ("colories") û şekir dide bedenê mirov. Li gorî lêkolînên li ser DNA'ya tirî'yan, warê herî kevin ê çandina wê Kurdistana îro ye[1][2].

Tiriyê hî nebûyî re dibêjin qorix. Qorix yî tirş e, wê lomê bi xayê tê xwarin an jî dikine selete. Ku qorix girdibe beng dikeveyê an jî nîv şîrînî dibe pê re dibêjin deneşe. Ku meriv dêneşe pir bixwe li merivan dikeve, zikî merivan pê dêşê. Tirî teze tê xwerin an hişk dikin mewîj. Mewîj ji çêkirina xwînê re rind in. Meriv dikane mewîjan di avê ke û şîrîniyeke bi navî xweşav jê çêke.

Di demê payîzê de rez tê birîn û tirî di mehsereyê de tê pêkirin. Paşê avê tirî dikelînin û dikin şîre. Gellek xwarinên şîrîn ji tirî çêdibin.

Şîrîniyên ji tirî[biguherîne]

Ferhengoka tirî[biguherîne]

  • Esirandin: Tirî dikine çiwal de û bi lingan diperçiqînin û ava wê diderxin. Ji vê re tê gotin.
  • Etf: Piştî qurafa tirî, ji navê tiriyê ku di rezberê de çêdibe re tê gotin.
  • Harsim: Navê weşiyê (tiriyê) hê negihayî ye.
  • Mehsere (Mahsir): Navê cihê ku esirandin lê tê kirin.
  • Miştaxe: Navê cihê ku tirî ji bo hişkbûnê lê tê dayîn e.
  • Qurafa tirî: Navê topkirina (danhevdin) tirî ya ji rez/werz e.
  • Weşî: Navê guliya tirî ye.

Cureyên tiriyên Kurdistanê[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.vitis-vea.de/admin/volltext/W0%2011%202303.pdf (li gora rapora "Genetic characterization of grape (Vitis vinifera L.) germplasm from Southeast Anatolia by SSR markers")
  2. http://cat.inist.fr/?aModele=afficheN&cpsidt=24314619

Girêdanên derve[biguherîne]