Tirs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rewşeke xofdar û bi tirs. Zarok û jinên viyetnamî di dema cenga Amerîkayê li dijî Viyetnamê de.

Tirs halekî derûnî yî mirov e û hestekî ji hestên bingehîn[1] ên mirov û giyaneweran e.

Tirs ji hestên mirovan yên girîngan yek e. Mirovên tirsonek jî, mirovên netirsonek jî xwedî hesteyê tirsê ne. Tirs her çiqas pir caran nebaş bê dîtin jî ji bona berdewamkirina jîyanê hesteyek zaf lazim/girîng e. Hesta tirsê mirovan hember tehlûkeyan hişyar dike, ji bona xwe paraztinê xeberdar dike[2] .

Tirs hestek wisaye ku bi xwestin û nexwestina mirov dernakeve ortê û wenda nabe. Ew bi xwe gor şert û şurtên mirov otomatik derdikeve holê, li ser mirov tesîr dike. Mirov tenê dikare li hember tirsê ji xwe re rîyekî bibîne û bikare hal û hereketên xwe kontrol bike. Di saya hesta tirsê mirov tedarîka xwe dibîne, dibe kifşker û hêzdar.

Mirovî tirsonek li hember tiştên an jî halên jê ditirse hinî xwe paraztinê nebûye, nizane çer hareket bike, xwe di emnîyetê de nabîne, ditirse. Mirovî natirse hinî xwe paraztinê bû ye, dizane çer hereket bike, xwe di emnîyetê de dibîne û natirse. Bi tecrûbeyan mirov hinî hal û tiştên ji bo wan nenas dibe. Bi naskirina wan hal û tiştan mirov êdî xwe emnîyetê de dibîne, natirse.

Tehlûke dîtin û revandin saya hesteya me ya tirsê derdikeve ortê. Ji ber hestê tirsê tu mirov nikare were niqaşkirin û şermezarkirin. Niqaşkirin û şermezarkirina hesteyê tirsê neheqîyek li wî mirovî kirin e. Çimkî ji tiştekî an jî halekî tirsîn ne tiştekî di destên mirov da ye. Tê zanîn ku tirs hîssekê derî xwestin û ramanên mirov e. Tirs hesteyekî derhiş e.

Tirs parçeyek giringî jiyanê ye. Domandina jiyanê bê tirs nabe, lê ew tirsa ger tirsek bi pîvan be.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a) Paul Ekman (Hrsg.): Gesichtsausdruck und Gefühl. 20 Jahre Forschung von Paul Ekman. Paderborn 1988 b) Carroll E. Izard: Die Emotionen des Menschen. Eine Einführung in die Grundlagen der Emotionspsychologie. Aus dem Englischen übersetzt von Barbara Murakami. Beltz, Weinheim/Basel 1981.
  2. ^ Baer, Udo; Frick-Baer, Gabriele: Das ABC der Gefühle. Weinheim und Basel 2008

Binihêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]