Tor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Nexşeya herêma Torê
Tor

Tor herêmeke Kurdistanê ye. Li Torê kurmanc, erebên mehelmî, siryanî û ermenî hene.

Di nav kurmancan de weke Tora Hevêrka jî tê binavkirin. Tor herêmeke ji çiya pêkhatî ye. Ev herêm dikeve navbera Mêrdîn, Botan û Êlihê (Batmanê) û Midyad jî wekê navenda vê herêmê tê binavkirin. Li gor hin kesan niştecihên vê derê bi pirranî suryanî (aramî) bûn, lê em ji nivîsarên Eugen Prym û Albert Socin jî fêr dibin ku li vê herêmê di sedsala 19'an de jî bi pirranî kurd dijiyan (binêre li Lawija Mesîh). Heta salên 80î û 90î yên sedsala 20a jî li vê herêmê gundên mesîhiyan hebûn, lê niha piraniya wan mecburê derketina derveyî welat bûn.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)