Vahyazdata

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vahyazdata navê serhildêrekî persî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Persiyayê serî hilda bû. Daryûs artêşeke ji medî û persiyan dişîne ser hêzên Vahyazdata. Serdarê ku Daryûs şandî, Artavardiya li bajarê Raxa ya Persiya bi Vahyazdata re şer dike. Artavardiya wî têk dibe lê ew direve. Piştre di şerekî din de ew dîl tê girtin. Hinga wî diênin ji Daryûs re, ew Vahyazdata bi îşkenceyê dikuje.

Di nivîskên Bêstûnê de qala Vahyazdata[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ″Şah Daryûs dibêje: Zilamekî bi navê Vahyazdata li bajarê bi navê Tarava yê li herêma Vautiya ya Persiya niştecih bû. Vî kesî cara duyem li Persiya serî hilda, lewma wî ji mirovan re digot: Ez Bardiya me, kurê Kûruş im. Piştre persiyên li qesrê dilsoziya bi me xera kirin. Wan li dijî min serî hildan û çûne aliyê Vahyazdata. Ew li Persiya bû şah.″
  • ″Şah Daryûs dibêje: Piştre min artêşa ji Med û Persan ku bi min re bûn şand. Min persiyekî bi navê Artavardiya kir rêberê wan. Artêşa persî ya mayî bi min re hate Medyayê. Piştre Artavardiya bi artêşê çû Persiya. Hinga ew giha Persiya, li bajarekî Persiya yê bi navê Raxa, ew Vahyazdatayê ku digot ez Bardiya me, çû pêşiya Artavardiya ku şer bike. Piştre wan şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa Vahyazdata bi tevahî tarûmar kir. Di roja dozdehê meha Thûravâhara de (24'ê gulana 521'an) şer di navbera wan de pêk hat.″
  • ″Şah Daryûs dibêje: Piştre Vahyazdata bi hindik siwariyan ji wir reviya Pîşiyauvada. Ji vî cihî wî cara duyem bi artêşekê çû hemberê Artavardiya ku şer bike. Li çiyayekî bi navê Parga şer kirin. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa Vahyazdata bi tevahî tarûmar kir. Di roja pêncê meha Garmapada de (15'ê tîrmeha 521'an) şer di navbera wan de pêk hat. Û wan Vahyazdata dîl girt, û herwiha zilamên bi wî re yên serkirde jî dîl hatin girtin.″
  • ″Şah Daryûs dibêje: Piştre li bajarê Persiya yê bi navê Uvadaîcaya, min îşkence li Vahyazdata û zilamên bi wî re yên serkirde kir.″

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]