Vajînaya çêkirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêlîstoka seksî Fleshlight bi şêweyê lêvên quzî ye.

Vajînaya çêkirî ji aletên ku bi awa û xuyabûna xwe wek vajînaya jinan in re tê gotin.

Ev alet wek pêlîstokeke seksî ji bo masturbasyonê tê bikaranîn. Herwiha, ji bo dol girtina heywanan jî ew alet tê emilandin.

Wek pêlîstokeke seksî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vajînayên çêkirî yên ku ji bo masturbasyona mêran hatine amadekirin bi gelek awa û kalîteyên cûr bi cûr têne firotin. Wek mînak: gelek cûreyên wê yên ji çerm, lateks û sîlîkon hene. Yek caran jî ew alet xwediyê vîbratorekê ne. Ji xuyabûna xwe ya derveyî, vajînayên çêkirî wek vûlva têne xuya û hinek ji wan xwediyê keçaniyekê ne.

Travel Pussy

Bêguman, yek ji aletên herî balkês ên vajînayên çêkirî Travel pussy ("vûlvaya seyahetê", "quzikê geştê") ye. Ev pêlîstoka seksî ji xortimeke lastîkî pêk tê û di hindurê wê de qulikeke qasî 24 cm heye. Gava ev lastîk bi ava germ tê tijîkirin, qulika xortimê teng dibe û meriv kare aletê ji bo masturbasyonê bikarbîne.

Meriv dikare aleta Travel pussy bi awayeke hêsan di dema seyahetan de bi xwe re bîne û pê bilîze.