Veşartok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Veşartok

Veşartok an çavgirtonek, lîstikeke şahî ya zarokan e, di vê lîstikê de hejmara lîskevanan ne bi sînor e, lê hertim ji 4 heya 10 lîskevanan tevle vê lîstikê dibin. Bingeha lîstikê wisa ye, ew kesê ku moka wî ye, dê serê xwe tev çavên girtî bi ser hêlanê de xar bike û heya hejmareke li ser lihevkirî bijmêre, di vê navberê de lîskevanên mayî xwe vedişêrin. Piştî jimartinê mokevan dê bi dengekî berz bang li ew kesên xwe veşartine bike û bêje VEKE û dest bi lêgerînê bike, belê heya ku moka mokevan rabe, gerek ew yekî ji ên veşartî bi destên xwe bigre, lê dema mokevan bala xwe dide ser yekî taybet, ên mayî derfetê digrin, û dibezin hêlanê û dibêjin HÊLAN, heya ê ku mokevan jî bala xwe daye ser karê bighîne hêlanê û mokê carik din di stûyê mokevan de bihêle, çimkî dema mokevan dibeze lîskevan bigre, dibe lîskevan ji wî lezgîntir be û xwe nexe destên wî, û bighîne hêlanê û bêje HÊLAN. Heke wisa be, dê mokevan sînaroya derbasbûyî dubare bike, lê heke ew kesekî bi destên xwe bigre, lîskevanê girtî dê bibe mokevan û herweha, lîstik berdewan dike. Hêjayî gotinê ye, ku ev lîstik pir di dana şevê de tê lîstin.

Berî ku lîstik dest pê bike, lîskevan di nav hev de peymanê dîdinin, ka dê bi moka kîjanî be, û cihên xweveşartinê li ku bin, derbarî warên veşartinê, ew bi şêweyekî giştî tên nîşan kirin, lê ka dê bibe moka kê, bi şingêra diyar dibe, şingêra jî wisa ye, yek ji zarokan, kevirekî biçûk dixe nav mistên xwe û li paş xwe di yekî ji destên xwe de vedişêre, pêre destên xwe dide pêş û ji ê ku li pêş xwe dipirse di kîjan destî de ye, heke tê derxe, ew ê ji mokê azad bibe û heke berevajî be, ew ê kêvir bibe û ji zarokekî din bipirse, lê zarokê ku cara yekemîn şingêra kirî dê bi fermî ji mokê xilas be û wek lîskevan tevle lîstikê bibe.