Viyan Silêmanî
Viyan Silêmanî an jî Vian Sulaimani (jdb. 25ê çiriya pêşîn a 1993an li Bexda, Iraq) xwediya sernavê pêşbirka bedewiyê ya kurd e ku xelata Şahciwana Iraqê 2017 wergirt lê ji ber zewacê ji textê hat avêtin.[1][2][3]
Jiyana berî û perwerde
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Viyan Amer Nûrî Silêmanî li Mensûrê (al-Mansur), bajarokek li parêzgeha Bexdayê, li Iraqê, di malbatek bi eslê xwe kurd de hatiye dinyayê.[3]Wê lîsansa xwe li Endezyariya Kompîturê û Nermalavê ji Zanîngeha Mustansiriye wergirt.
Vekişîna hilbijartina Şahcîwana Iraqê 2017
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Silêmanî roja 3ê tebaxa 2017ê, ji ber binpêkirina rêpîvanên pêşbirkê, ji ber ku bi xwendekarekî bi navê Ezîz, hemwelatiyekî îrlendî re zewicî bû, ji sernava Şahciwana Iraqê 2017 hat derxistin.[4][5] Di dema tomarkirinê de wê guzertnameya xwe anî ku tê de ne zewicî ye.[6] Silêmanî di dema tomarkirinê de got ku ew di nav betalkirinê de bû, lê rastî zewicandinê hatibû û niha ji hev cihê bûye yan jî telaq bûye. Ji ber vê yekê Silêmanî rêgezên rêxistinên navneteweyî yên ku destûrnameya Şahciwana Iraqê 2017 jê re hatibû dayîn binpê kir.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Kurdish Miss Iraq has her eyes on future Miss Universe". Rûdaw (bi îngilîzî). 4 hezîran 2017. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2024.
- ^ Sangar, Ali (26 gulan 2017). "In-Picture: Kurdish contestant wins Miss Iraq 2017". Kurdistan24 (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2024.
- ^ a b "Miss Iraq: Contest about culture and women courage more than just beauty". Rûdaw (bi îngilîzî). 20 hezîran 2017. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Kurdish Miss Iraq Vian Sulaimani stripped of title". Rûdaw. 5 tebax 2017. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2024.
- ^ "تجريد فيان سليماني من لقب ملكة جمال العراق 2017". Rûdaw (bi erebî). Ji orîjînalê di 4 tebax 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2024.
- ^ a b "الكذب وراء سحب لقب ملكة جمال العراق لعام 2017 فيان نوري السليماني – العراق نت". aliraqnet.net (bi erebî). Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2024.