Vlorë

Vlorë
Vlorа Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajarên mezin
Vlorа Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Vlorë li ser nexşeyê
Map
Vlorë li ser nexşeya Albanya nîşan dide
Vlorë
Vlorë
Koordînat: 40°27′Bk 19°29′Rh / 40.450°Bk 19.483°Rh / 40.450; 19.483
DewletAlbanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Vlorë municipality Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Vlorë County
  • Vlorë municipality Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarDritan Leli Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî12 km2 (5 sq mi)
Bilindahî
0 m (0 ft)
Nifûs
130.827 (2015) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Plakaya erebeyêVL Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.vlora.gov.al/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Vlorë sêyem bajarê herî mezin ê Komara Albanyayê ye û navenda wîlayeta Vlorë û Şaredariya Vlorë ye.[1][2] Vlorë bajareke li başûrê rojavayê Albanyayê ye. Bajêr li ser Kendava Vlorayê berfireh dibe û li qûntarên Çiyayên Ceraunian û li ser peravên Deryaya Adriyatîk û Deryaya Yonî hatiye avakirin. Vlorë xwedî avhewaya Deryaya Navîn e ku ji Çiyayên Ceraunian û ji Deryaya Navîn hatiye bibandor kirin.

Qada deryayî ya Vlorê yek ji wan deverên îlîrî bû ku ji sedsalên 11 û 10ên b.z. dest pê kiriye ku ciwareke pêş-bajarî ye. Herêm ji aliyê yewnaniyên kevnare ve hatiye kolonîzekirin. Li cihê bender-bajarokek mezin a kelehî heye ku ji sedsala 6ê b.z. heya sedsala 2ê p.z. mirovan lê jiyan kirine. Ev devera ku bi qismî maye di bin avê de li Bendera Trîportê ya îro ye ku niha li bakurê rojavayê Vlorëyê ye. Li vê benderê herê kêm ji serdema arkaîk heya serdema navîn xebatên bendergehiyê hatiye kirin. Tê texmînkirin ku veguheztina bajarê kevnar ji cihê Triportê berbi cihê Vlorë ya nûjen ve berfireh bûye. Navenda bajarê nûjen bermahiyên arkeolojîk ên ji kevnariya dereng vedihewîne. Aulon a ku bajarê nûjen navê xwe jê wergirtiye di çavkaniyên dîrokî de ji sedsala 2ê p.z. dest pê dike. Bajêr di dîrokê de di demên cuda de ji aliyê romayiyan, bîzansiyan, normanan, venedikan û osmaniyan ve hatiye dagirkirin.

Di navbera sedsalên 18û û 19ab de albaniyan ji bo hişmendiya neteweyî hem hêza giyanî û hem jî hêza rewşenbîrî werdigirin ku ev yek di dawiyê de dibe sedema Ronesansa Albanî. Vlorë ji bo Serxwebûna Albanî de wekê navendek girîng e ku ji bo damezrînerêna albaniya nûjen Danezana Serxwebûnê ya Albanyayê di 28ê mijdara 1912an de li Meclisa Vlorê hatiye îmze kirin.

Vlorë yek ji bajarên herî girîng ên başûrê Albanyayê û herêma Labëria ye ev herêm bi çanda kevneşopî û folklora xwe ya kevneşopî tê naskirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Pasaporta e Bashkisë Vlorë". Porta Vendore (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 adar 2024.
  2. ^ "Bashkia Vlorë – Albanian Association of Municiplatilies". web.archive.org. 23 îlon 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 îlon 2021. Roja gihiştinê 28 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)