Wîkîpediya:Daxuyaniya 1/2005

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Daxuyaniya Çapemeniyê

Wîkîpediya kurdî bi 1300 gotaran dikeve sala xwe ya duyemîn

Wîkîpediya; ensîklopediya yekemîn a kurdî, sala xwe ya yekemîn bi serkeftineke mezin bi dawî kir. Proje di 07.01.2004an de hat destpêkirin û di sala xwe ya yekemîn de ji 1300î zêdetir gotar bi sê zaravayên kurdî anîn ber hev. Gelek hevalên bidil gotar nivîsandin. Bi vî rengî ji çarêka mîlyonekê zêdetir (275.736) peyv hatin ber hev. Heger ev wekî pirtûkan bên weşandin dê ji 500 rûpelî zêdetir bigirin. Tê de 10.958 lînk (grêdan) hene.

Wekî ensîklopedîyê sînorên naveroka Wîkîpediyayê tunin. Tê de li ser gelek mijarên wekî zanist, wêje, biyografî, dîrok û erdnîgariyê gotar hene. Lê ji ber ku Wîkîpediya hîn nû ye, di gelek waran de xwedî kêmasî ye. Ji ber vê yekê alîkariya herkesên, ku dikarin bi kurdî binivîsin pêwîst e. Herkes dikare bêyî ku qeyd bibe, tevlî vê projeya girîng a ji bo zimanê kurdî bibe.

Em hêvî dikin, ku di sala 2005an de heta 5000 gotarên Wîkîpediyayê çêbibin.

Navnîşana Wîkîpediyayê: http://ku.wikipedia.org