Wîkîpediya:Daxuyaniya 2/2005

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev pêşniyarek e. Ji kerema xwe serast û berfireh bikin.


Daxuyaniya Çapemeniyê

Di Wîkîpediya kurdî de gotara 1500emîn hat nivîsandin[çavkaniyê biguhêre]

Wîkîpediya; ensîklopediya yekemîn a kurdî, sala xwe ya yekemîn bi serkeftineke mezin bi dawî kir. Proje di 07.01.2004an de hat destpêkirin û heta niha 1500î zêdetir gotar bi sê zaravayên kurdî anîn ber hev. Bi vî rengî Wîkîpediya bû yek ji projeyên kurdî yên mezintirîn di înternetê de. Gotara 1500. xxx bû.

Herkes dikare bêyî ku qeyd bibe, tevlî vê projeya girîng a ji bo zimanê kurdî bibe. Gelek hevalên bidil gotar nivîsandin. Bi vî rengî ji 300.000 zêdetir peyv hatin ber hev. Heger ev wekî pirtûkan bên weşandin dê ji 500 rûpelî zêdetir bigirin.

Wekî ensîklopedîyê sînorên naveroka Wîkîpediyayê tunin. Tê de li ser gelek mijarên wekî zanist, wêje, biyografî, dîrok û erdnîgariyê gotar hene. Lê ji ber ku Wîkîpediya hîn nû ye, di gelek waran de xwedî kêmasî ye. Ji ber vê yekê alîkariya herkesên, ku dikarin bi kurdî binivîsin pêwîst e.

Em hêvî dikin, ku di sala 2005an de heta 4500 gotarên Wîkîpediyayê çêbibin.

Navnîşana Wîkîpediyayê: http://ku.wikipedia.org