Wîkîpediya:Gotar
| Ev rûpel ji bo Wîkîpediya dîrektîvek e. Naveroka rûpelê bi gelemperî ji aliyê Wîkîvanan hatiye pejirandin. Hûn vê rûpelê biguherînin pêşî rûpela rûpela gotûbêjê de fikirên xwe rave bikin û fikirên xwe di nav bikarîneran de teswîb bikin. Di nav rûpelê de cihekî nerewa hûn bibînin dîsa hûn dikarin rûpela gotûbêjê de fikirên xwe rave bikin. |
Ev rûpel rêberekî alîkar ji bo çêkirin û nivîsandina gotarên nû di Wîkîpediya Kurdî de ye.
Gotar
[çavkaniyê biguhêre]Di Wîkîpediya Kurdî de gotar (meqale, bend) nivîsarek e ku li ser mijareke ensîklopedîk tê nivîsandin. Gotareke rêkûpêk a ku bi awayekî zelal û bêalî û bi alîkariya jêderên pêbawer agahiyan li ser mijaran dide.
Gotarên zelal
[çavkaniyê biguhêre]Gotara xwe bi peyvên xwe binivîse, ji kopiya nivîsên kesên din baştir e. Heke mimkin be, ji bikaranîna alîkarên wergerinê wek Google translate û IA bireve. Zimanê kurdî zimanê te ye, bi zimanê xwe û bav û kalan ê zelal binivîse!
Gotarên bêalî û ensîklopedîk
[çavkaniyê biguhêre]Agahiyên gotarê nikarin wek reklam (reklama siyasî, reklama malper û blogên kesane, reklama kirîn û firotinê, reklama kesên ne ensîklopedîk (cîranê min, hevala min, instagramer, tîktoker û navdarên YouTubê û hwd) çêbin û divên bi alîkariya çavkaniyên tersiyer (yên di rêza sêyem de) bên nivîsandin. Heke tu li ser mirovekî zindî binivîsî, divê tu taybetmendiyên vî kesî binîvisî (ji xwe pirs bike: ew çima ensîklopedîk e?) û bi çavkaniyên tersiyer (ji rojname, kitêb, kovar û malperên fermî) pêşkêş bikî!
Gotarên bi çavkaniyên pêbawer
[çavkaniyê biguhêre]Bingeha nivîsandina gotaran li ser Wîkîpediya Kurdî bikaranîna çavkaniyan e. Divê çavkanî jêderên tersiyer (bi inglîzî: tertiary sources [1]) bin. Divên agahî ji jêderên pêbawer bin, ne afirandina nivîskarê gotarê.
Gotareke nû çêke
[çavkaniyê biguhêre]Ji bo çêkirina rûpeleke nû, sernavê têxin qutiya li jêr û bişkoja "Rûpeleke nû çêke" bitikîne. Bala xwe bidinê ku sernavê gotarê bi naveroka pelê rêbaz Wîkîpediya re hevgirtî be.
Teşedan
[çavkaniyê biguhêre]- Girêdan: Bi parantezên bikoşe tê çêkirin. [[Serûpel]] dibe Serûpel.
- Stûr: Bi se tîpên ', ango '''girîng''' dibe girîng.
- Paldayî: Bi dû tîpên ', ango ''peyv'' dibe peyv.
Guhartina naveroka gotaran
[çavkaniyê biguhêre]Ma tu ser rûpelekê rastî xeletiyeke mijarê yan rastnivîsînê hatî?
[çavkaniyê biguhêre]Heke tu tiştekî xelet bibînî, ser "Biguherîne" bitikîne û sererast bike. Lê belê, ya giring ew e ku tu jêdereke pêbawer lê zêde bikî û guhertina xwe bidî zanîn, anku te çima gotar sererast kiriye? Bi "Berê temaşe bike" encamê karê xwe binêre û eger tamam be bi "Rûpelê tomar bike" qeyd bike.
Dirêjkirina gotaran
[çavkaniyê biguhêre]Gelek ji gotarên Wîkîpediya Kurdî bi lez hatine nivîsandin û şitil (gotarên kurt) in. Karê dirêjtirkirina gotaran jî karekî xêr e û bi hêsanî tê kirin: Disa ser "Biguherîne" bitikîne û mijarê dirêjtir bike, çavkaniyên xwe lê zêde bike, "Berê" binêre û bi alîkariya "Qeyd bike" sererastkirinên xwe tomar bike.