Wîkîpediya:Agahîdank

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Wîkîpediya:Infobox hat beralîkirin)
Kurtenav:
WP:A
WP:Infobox

Ev rûpel ji bo danasîn û standardkirina Agahîdankan e.

Standarda Agahîdankan[çavkaniyê biguhêre]

Ji bo standardkirina agahîdankan ev rêzik hene:

  • Berî çêkirina şabloneke agahîdankê ya nû, ji kerema li Lîsteya Agahîdankan binêre, dibe ku şabloneke nû ne hewce be.
  • Şablonê wek [[Şablon:Agahîdank mijarek]] (Divê li vir mijarek yekjimar û bi herfa hûrik dest pê bike, heke ne serenav be. Mînak "Agahîdank pirtûk" an "Agahîdank IPA" (IPA kurtenavek e, loma bi herfa gir e, lê pirtûk ne serenav e loma bi herfa hûrik e).
  • Şablona {{infobox}} ji bo çêkirina agahîdankên nû bi hêsanî tê bikaranîn, lê ku pirsgirêk derkeve hingê bi tabloyan jî mirov dikare agahîdankên nû çêbike. Lê belê divê di van şablonan de class="infobox" were bikaranîn, da ku formata agahîdankan bi otomatîkî were barkirin. Firehiya 22 em (22em bi CSSê) tê pêşniyazkirin ji bo standarda {{infobox}}an.
  • Divê parametreyên agahîdankan bi vî awayî bin:
    • Divê parametreyên hejmaran wek 1=, 2= bi kar neyînin, hemû parametreyan bi nav bikin,
    • ku serenav nebin, hemû herf divê bi hûrik bin.
    • Divê parametreyên gelemper di hemû agahîdankan de heman bin. Mînak; ku di şablonekê de |roja_mirinê= bê bikaranîn, divê hemû şablonên din jî ji bo roja mirinê |roja_mirinê= bi kar bînin.
    • Ji bo valahiyan jêrexêzê "_" bi kar bînin. Mînak; ya rast |roja_mirinê=, yên çewt: |roja mirinê=, |rojamirinê=, |roja-mirinê= yan |rojaMirinê=.
  • Divê di Agahîdankên ku koordînatan bi kar tînin de, navê parametreyê |koordînat= û daneya şablonê {{koord}} hebin.
  • Divê formata TemplateDatayê wisa bê bikaranîn: {{_\n| __________________ = _\n}}\n

Lîsteya Agahîdankan[çavkaniyê biguhêre]

Binêre Wîkîpediya:Lîsteya agahîdankan

Binêre herwiha[çavkaniyê biguhêre]