Weşanên Na

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Weşanxaneya Na'yê di dawiya sala 2011’an de li Îzmîrê hate damezirandin. Di wan salên ku xebatên kurdewar li vî bajarî geş dibûn, di serî de me kovara Hinarê derxist; piştî derxistina kovarê ku çend sal weşana wê dewam kir, êdî lêgerîna me ya ji bo weşanxaneyekê li Îzmîrê dewam kir. Gerek em bînin ziman; kovara Hinarê ji bo kurdîhezên li Îzmîrê bû pencereyekê û wan gihand xeyalên wan. Bi xêra kovara Hinarê bi dehan kes bû nivîskar û kesên xwedî berhem. Di mêjûya xebatên Kurdî yên li herema Egeyê-bajarê İzmîrê de ev kovar û bandora wê cihekî sereke digire.

Çi di xebata kovarê de û çi weşanxane me dixwest li vî bajarî lîs’ek ji zimanê me re çêbibe û em di wê baweriyê de ne ku em bi serketin. Bi sedan pirtûk, dehan kovar û bêjimar çalakiyên çand û hunerê me li darxist. Êdî weşanxaneya Nayê û Na Çand û Huner kok berdan û rûniştin.

Elbet Weşanên Nayê weşanxaneyeke berhemên wê li hemû dinyayê berbelav bûye ye. Bi xêra bi dehan xebatkarên me, me karibû 200 pirtûkan çap bikin û bişînin her derê dinyayê. Di van salên dawî de me pêngavek da destpêkirin, di çarçoveya vê pêngavê de me dest bi rêzapirtûkan kir.

Rêzepirtûk

Rêzepirtûkên Êzdiyatiyê, rêzepirtûkên Avestolojiyê, rêzpirtûkên Dengbêjiyê û rêzpirtûkên Dîroka Azadiyê; ev çar rêzepirtûk wê dîroka me ronî bikin. Xebata ewil a rêza Êzdiyatiyê ji aliyê Êzdînas Kemal Tolan ve tê meşandin. Ji rêzepirtûkên Avestolojiyê jî me sê heb pirtûk çap kirin. Sedan pirtûkên van herdu rêzapirtûkan hê jî li benda çapê ne. Rêzepirtûkên Avestalojiyê ji aliyê Îndo Îranolog-Îndo Germensit Beyhanî Şahîn ve tên amadekirin. Ev xebat ji bo dîroka me wê bibe bingehek zexm. Ji rêzepirtûkên Dengbêjiyê jî me sê pirtûk çap kirin, pirtûkên li ser vê rêzê jî amade dibin.

Ji rêzapirtûkên Dîroka Azdiyê pirtûka “Ji Gudea Heya Sokrates Dîroka Azdiyê” çap bû. Sê pirtûk li ber çapê ne, yên din jî amade dibin.

Bi Kurdî Felsefe

Di serî de ferhenga felsefeyê û seta felsefeyê amade dibe. Ev xebat ji aliye civaknas û nivîskar Elî Gurdîlî ve tê amade kirin.

Em Giringiyê Didin Wêjeya Wergerê Jî

Bi saya wergervanê hêja Muhsîn Özdemîr me gelek berhemên hêja li pirtûkxaneya kurdî zede kirin. Romana “Bûmê Kor” ya Sadiq Hidayet e ku roman bi dehan zimanan hatiye wergerandin, ew êdî bi Kurdî ye jî. “Sohrab Sepehrî–Hemû Helbest” ji heşt pirtûken şairê mezin yê zimanên Farsî, ji helbestên Sohrab Sepehrî pêk tê ku me Kurdiya wan çap kir.

Romanake jibîrbûyî, romaneke ku 60 berê hatibû nivîsandin; me vê romana hêja ya Elî Hesenyanî ya bi navê “Karmamiz” bi Kurmancî çap kir.

Weşanxaneya me heya niha -di serî de bi Kurdî- bi zimanên Tirkî, Erebî û Elmanî pirtûk çap kiriye. Lêgerînên me yên ji wergerên edebiyata cîhanê didome.

Çîroka me gihîşt deh salan, em di vê baweriyê de ne ku wê hê jî gelek salan xwe nû bike û bê gotin. Mala kesên ked dane van xebatên me ava. Em bi hev re di rêya xwe de dimeşin…

malper:www.nayayinlari.com

Mail:nayayinlari@gmail.com

medya civakî: @nakitap