Welatînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Welatî hat beralîkirin)

Welatînî (bi Inglîzî citizenship) ramneka nûdem e û ji ramana kevna Re'yetîniyê cida ye. Welatînî pêvenû ya navber a kitekesan û wî welatî ye ko lê dijît. Kitekes li beranberî welatî û kitekesên dî berpirsyarî hene û ji alî yê welatî ve dihêt paraztin. Bi awayekê giştî, welatiyan hindek maf, erk û berpirsyrî hene ko xelkên newelatî nîne. Mafên mîna pişikdarîkirina di pêvajoya siyasî da ji mafên diyarkirî yên welatiyan di civakên nûdem û demokratîk da ne. Hindek erkên welatiyan jî emekdarî û wefa ya ji bo welatî, bacdan (taks) û xizmeta leşkirî ne.

neteweyînî zaraveka berfirehtir ji welatînîyê ye. Neteweyînî nîşana eleqedarî ya kitekesî bi ax û niştîmanekê ve ye, lê reng e maf û erkên welatîniyê têda parastî nebin. Bi ser vê çendê ra, neteweyînî ji bo her tiştê girêdayî bi neteweyekê ve dihêt bikaranîn. Ji bo mînak di Qanûna Navnetewî da şerîke, rêkxistî, gemî tîpên gokanê (futbol)ê jî dikarin bibin xwedî yên navdêra neteweyînîyê.

Yek ji cidatiyên bingehîn di navbera welatînî bi ramana nûdema wê û ramana kevin ew e ko di dîroka rojhilata navîn û cîhanê da xelk wekî re'yet dihatin dîtin. Xelk li beranberî desthilata siyasî da, ko axleb Şa, paşa, sultan an xelîfe bûn, xwedî mafên diyarkirî nebûn. Desthilata siyasî wekî siha Xudê li ser rûyê erdî dihatin dîtin û her mafê ko bi xelkî dihat dan wekî danekê dihat hesibandin. Desthilatê maf hebû her dema bixwestiba wî mafê dayî werbigirt ew maf ji xelkî distand.