Weqfa Konrad Adenauer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Weqfa Konrad Adenauer (bi almanî: Konrad-Adenauer-Stiftung, KAS) weqfeke partiya siyasî ya bi Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) ve girêdayî lê serbixwe ye. Navenda weqfê li bajarê Sankt Augustin li nêzî Bonnê û her weha li Berlînê ye.[1] Li tevahiya cîhanê 78 ofîsên xwe hene û li zêdetirî 100 welatan bernameyan dimeşîne.[2] Serokê niha û Serokê berê yê Parlamena Almanyayê ya Bundestag, Nobert Lammert e. Ew endamê Navenda Lêkolînên Ewropî, weqfa fermî û saziya ramanê ya Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ye.[3]

Logoya Weqfa Konrad Adenauer

Damezrandin û armanc[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Damezrandina "bernameyeke pergaldar a perwerdehiya sivîl a ku ji nirxên demokratîk ên xiristiyan îlham girtiye" di sala 1952-an de ji hêla komek ramyarên CDU ve ku di nav wan de serokê Bundestag  Hermann EhlersRobert Tillmanns û Heinrich Krone jî hene, dest pê kir.Di 20ê kanûna pêşîn a 1955an de, Civata Perwerdehiya Xiristiyanên Demokrat , ku dê di 13ê çiriya pêşîn 1964an de li ser navê serokwezîr Konrad Adenauer bihata binavkirin, li Bonnê hate vekirin.[4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "About Us". Konrad-Adenauer-Stiftung (bi îngilîzî).
  2. ^ "Image Brochure Mission: Democracy!" (PDF). kas.de (bi almanî). r. 2.
  3. ^ "Konrad Adenauer Foundation". BMZ. Ji orîjînalê di 2013-09-21 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15'ê nîsana 2013an. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |roja-gihiştinê= (alîkarî)
  4. ^ "History". Konrad-Adenauer-Stiftung (bi îngilîzî).