Xetên êzîdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Gelê kurd alfabeyeke 31 tîpî ya bi navê "Tîpên Êzîdî" hebûye ku ji aliyê rastê ve tê nivîsîn. Ew alfabe ji tîpên avestayî, pehlewî û erebî hatiye wergirtin û pirtir di nav kurdên me yên êzîdî de belav bûye û hatiye nasîn. Pirtûkên Cilwe, Mishefa Reş û hin pirtûkên din ên olî bi van tîpan hatine nivîsîn û wekî diyarî ji me re mane.