Xnûmhotep û Niyanxnûm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xnûmhotep û Niyanxnûm
  • Duo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
29°52′05″Bk 31°13′10″Rh / 29.86795°Bk 31.219416°Rh / 29.86795; 31.219416
DewletMisira kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Khnumhotep
  • Niankhkhnum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xnûmhotep û Niyanxnûm xizmetkarên qralê Misrê yên kevnar bûn. Ew li qesra qral Nyuserre Înî, ku fîrewnê şeşemîn ê Xanedaniya Pêncemîn bû û di nîvê duyemîn ê sedsala 25an BZ de hukum dikir, sernavê Çavdêrê Manikurîstan parve dikirin. Ew bi hev re li Saqqara hatin veşartin û di tirba wan a hevpar de wekî "bawermendên padîşah" têne navnîş kirin.[1]  Ew bi wênekirina wan a taybet a di tomarên Misrê de navdar in, ku pir caran wekî yekem evîndarên hevzayend hatine şîrovekirin.[2]

Zanyarên wek Thomas Dowson û Greg Reeder bawer dikin ku Xnûmhotep û Niyanxnûm yekem cot ê hevzayend e ku di dîroka kevnar de hatine tomar kirin. Têkiliya romantîk a gumankirî ya di navbera Xnûmhotep û Niyanxnûm de li ser xêzkirina du mêran e, ku poz bi poz radiwestin û hevûdin hembêz dikin.[3]Xêzkirin evînek kûr nîşan dide, ji ber ku her du pozên destdayî nîşana nêzîkbûna herî mezin a hunera wê demê ye.

Navê her du zilaman têkiliyek zimanî heye: Niyanxnûm tê wateya "Jiyan ya Xnum ye" û Xnûmhotep tê wateya "Xnum razî ye". Heta îro nayê verast kirin ka ev navên jidayikbûnê ne (wek navên cêwîyan) an navên paşê hatine pejirandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rice, Michael (1999). Who's who in ancient Egypt. Internet Archive. London ; New York : Routledge. ISBN 978-0-415-15448-2.
  2. ^ Reeder, Greg (1 îlon 2000). "Same-sex desire, conjugal constructs, and the tomb of Niankhkhnum and Khnumhotep". World Archaeology. 32 (2): 193–208. doi:10.1080/00438240050131180. ISSN 0043-8243.
  3. ^ "Evidence of gay relationships exists as early as 2400 B.C." www.egyptology.com. Roja gihiştinê 12 sibat 2023.