Xoçvan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Hoçvan  Xoçvan.. ji ber ku herêmeke bersînor e bi dirêjahiya dîroka xwe bûye cî û warê gelên cihê û ev taybetmendiya xwe heta îro anîye. Hê ku sînor mîna îro bi xêzên kesîf nehatibûn diyarkirin, yanî di serdema pre-modern de ev warê bilindcî bûye dergûşa çandên cihêreng, lê di eynî wextê de rastî gelek zordestiyan hatiye. Xoçvan di navbera Qafqasya û Anatolyayê de cih digre û ji serdemên pêşîn heta îro di bin rêveberiya serwerî û desthilatdariyên wek Ûrartûyan, Medan, Persan, Bîzansiyan, mîrîtiyên Gurcî ve Ermeniyan, Selçukiyan û Osmaniyan de maye û şopên van medeniyetan îro jî di çand û kelepora xwe de dihewîne. Hin termên aîdî hişmendiya modern ên mîna neteweperwerî, dewleta neteweyî û pê ve girêdayî hewldanên homojenkirina civatan di dawiya serdema 19yan û destpêka serdema 20an de bibûn xwedî tesîreke mezin û mîna her derê li vî warê biçûk jî bandora xwe ajotine. Ji çaryeka pêşîn a sedsala 20an pê ve, piştî avabûna Komara Tirkiyê polîtîkayên koçberkirinê, zor û zextên îdarî, çandî (mîna guherandina navên gundan) û aborî li ser gelên deverê hatin ferzkirin û bi vî awayî hate xwestin ku rengê etnografîk ê herêmê biguhere. Piraniya wan dêr (kilîse) gelek avahiyên aîdî şaristaniyetên cuda, ji bo ku kavil (wêrane) bin bê serûber hatin hiştin.Derheqê rayeka etîmolojik a peyva “Xoçvan”ê de heta îro tu lêkolîn nehatine kirin. Ev peyv wek rayek dibe ku ji peyveke ermenîkî, gurcî yan jî kurdî peyda bûye. Peyva “avan” di zimanê ermeniyan de seba navên cî û warên wek gund û bajaran bi kar tê. Li Transqafqasyayê û li Rojhilata Anatolyayê pir cî û war hene ku dawiya navê wan bi “avan” diqede. Çend heb ji van Avan, Êrîvan û Nahçivan in û ew pey wext û selên dirêj rastî veguherînên fonetîk hatine. Wek nimûne, angaşta (îdîaya) dîroknasê/a ermenî yê/ya bi navê Teryan Angela ew e ku navê Êrîvan ji “Arî” û “van” pêk hatiye û maneya wê jî “welatê ariyan” e.[1] Îhtîmal heye ku peyva Xoçvan bixwe jî bi eynî teşeyî pêk hatibe. Lê nabe ku li ser vê mijarê sînorên mitleq bêne danîn.Herêma ku Xoçvan jî tê de ji dewrên kevnar pê ve ji aliye Ûrartûyan, Medan, Persan, mîrîtiyên Ermenî û Gurcî, Bîzansiyan, Ereban, Kurdan, Selçukiyan û Osmaniyan ve hatiye birêvebirin û pir caran dest guhertiye. Ev guhertinên îdarî bûne sedem da reng û rewşa aborî û çandî ya herêmê jî veguhere. Her ji ber vê sedemê ye ku rewşa demografik a herêmê heta nîveka sedsala 20an cihêrengiya xwe diparêze. Zû bi zû destguhertina îdarî ya li herêmê her wiha dibe sedem ku bi navên cuda bê binavkirin. Wek mînak, herêma ku Erdexan û Xoçvanê jî hildigire nava xwe di serdemên pêşîn de ji aliye ermeniyan ve wek Gugark, piştî sedsala 15yan jî ji aliyê gurciyan ve wek Samtskhe hatiye binavkirin.

Derheqê Xoçvanê de agahiyên herî dorfireh ên îdarî û aborî piştî bicihbûna li herêmê ya Osmaniyan bi dest dikevin. Osmanî pergala timarê ya ku Bîzansiyan bi sedan sal bû li Anatolyayê û li Balkanan bi kar dianî bêyî ku qet dest lê bidin xistine meriyetê. Ji bo timaran girîngahiyeke mezin hatiye nişandan. Ew stûna sîstema aborî ya Osmaniyan bûn û lewma jî dahatinên wan bi kitkiteyî hatine tomarkirin. Ev agahî di lênûskên bi navê “timar tahrîr” de hatine tomarkirin û derheqê binesaziya civakî û aborî ya herêmê de zanyariyên girîng dihewînin. Yek ji van jî Deftera Îcmal a Gurcistanê ye û aîdî sedsala 16yan e.[2] Xoçvan, di vê lênûskê de wekî nehiyeyeke bi ser Lîvaya Erdexanê ya Biçûk tê nişandan û ji 66 gundên gir û biçûk pêk tê. Her çiqas ku di serdema komarê (K.T.) de piraniya navên gundan bi navên tirkî hatibin guherandin jî hin gund hê jî din ava gel de bi navên xwe yên berê tên bilêvkirin.Hinek ji wan jî piştî wext û zemanan hatine terikandin. Tokûş û Takyalu ji wan gundan e ku wextekê şûnde hatine terikandin.

Li ser dem û dîroka hatina kurdan bo Transqafqasyayê lihevkirinek tune ye û ev mijara gengeşiyê ye. Tê zanîn ku Şedadî û Hezbanî di sedsalên 11yan û 12yan de li başûrê Qafqasyayê û rojhilata Anatolyayê bibandor in.[3] Dîroknasê navdar Martin Van Bruinnessen behsa eşîrên kurd ên koçer ên li devera Samtskheya li bakurê Qersê dike ku ew der piştre dibe eyaleta Çildirê û bicihbûna wan a li wir bi îlhaqa Qafqasyayê ya ji aliyê Osmaniyan ve girê dide. Her wiha Bruinessen radigîhîne ku gerokekî bi navê Lynch di pirtûka xwe ya di sala 1901an de angaşt (îdîa) dike da kurdên li Platoya Ermenî piştî şerê Çaldiranê ji Amedê bo wê herêmê katine şandin. Lê ev agahî di Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî de piştrast nabe û her dîsa gerokên li sala 1665an li herêmê geriyane jî behs dikin ku li platoya Ermenî bi tenê nifûsa xirîstiyan hebûye.[4]

Di sedsala 18yan de pergala timarê li Xoçvanê hê hukmê xwe dajo. Di arşîvên Osmaniyan de çend belgenameyên becayîşa timarê yên derheqê wê serdemê de bala mirov dikişînin. Timarên li karyeyên Xoçvan-i Yurdosan û Gurîzar ava ne ji bo xwediyên wan ên teze hatine radestkirin.(Hoçvan-ı Yurdosan ve Gürizar karyelerinde inhilal olan tımarlar yeni sahiplerine verilmiştir.) Ev kes misilman in û nayê diyarkirin da ew ji kîjan miletî ne. Bacên timaran li ser pişta gundiyan barekî giran bû û cîbicî dijberiyên li dijî wê bacê çêbûne. Li salên 1780yî, ji ber tevgerên wan ên serbixwe yên derveyî pergala heyî xwestine eşîra Pirebadilî û hin eşîrên din ên kurd sirgûnî Rakkayê (Sûrî) bikin.[5] Di belgenameya derheqê vê sirgûnê ya di arşîva Osmaniyan de eşîra Pirebadilî wek eşîreke bi ser eşîra Badilî hatiye mêrandin.

Piştî şerê Ûrisêtya û Osmaniyan ê li salên 1877-1878an Osmaniyan li Anatolyaya Rojhilata Bakur (Qers, Erdexan û Artvîn) desthilatiya xwe winda kiriye û ji wê pê ve Çarîtiya Ûrisêtyayê dewreke bibandor ajotiye. Xoçvan di vê dema teze de wek devereke bi ser Obslasta Qersê ya Çarîtiya Ûrisêtyayê hatiye birêvebirin. Tevî ku piraniya agahiyên derheqê vê qonaxê de xwe dispêrin xebatên dîroka devkî jî li ser rûdanên ku li wê demê qewimîne şîroveyên curbicur hene. Arif Axa, Beyaz Beg û Îzzet Beg di dawiya sedsala 19yan û destpêka sedsala 20an de li herêmê şexsiyetên xweyî bandor in. Tevî ku ev kes kurd bûn, lê di siyaseta herêmê de bi xemxwariyên feodal tevgeriyane û hinek caran bi rêveberiyên Osmaniyan û Ûrisêtyayê re hevalbendî saz kirine. Di vê serdemê de kurdan beşeke mezin a demografyaya herêmê pêk dianî. Ev dem yek ji wan deman e ku li Xoçvanê û derûdora wê geljimara ermeniyan digîhîje asta herî zede û her wiha maleganên ku ji Ûrisêtyayê koçber hatibûn jî li herêmê dijîn. Cihê ku jê re Berojê Malegîn tê gotin navê xwe ji gele malegan ê li wê derê distîne. Malegan li Xarziyan û Elegezê xwedî geljimareke hêjayî behsê bûn û gelek tişt li teknolojiya çandiniyê ya li herêmê zede kiribûn û ew pêşve biribûn.

Şoreşa Bolşevîk ku di wexta Şerê Dabeşkirinê yê Yekemîn de rûda bû sedem da Ûrisêtya ji şer vekişe. Li sala 1918yan her çiqas devera ku Xoçvan jî di nav de ye tev li Komara Demokratîk a Ermenîstanê bûbe jî bûyerên ku pey dagirkirina Tirkiyeyê û piştre jî ya Sovyetan diqewimin dibin sebeb ku Komara Demokratîk a Ermenîstanê bi ser Sovyetan ve bê girêdan. Sovyetan, ji ber pirsgirêkên navxweyî yên piştî şoreşê di oxira ji nû ve avakirina Ûrisêtyayê de bêyî ku şer bikin Qers û Erdexan ji Tirkiyeyê re hiştiye.

Piştî damezrandina komarê (K.T.) navên ermenîkî, rûmkî û kurdî yên wargehan bi peyvên tirkî hatin guherandin. Devera Xoçvanê jî di eynî nîsbetê de ji van qewimînan para xwe hilda. Navên tevahiya gundên Xoçvanê hatin guherandin. Dewsa navên gundên mîna Mûrka, Kora, Bêbereg, Panîg, Pangîs navên Binbaşar, Bayramoğlu, Tazeköy, Taşlıdere û Tunçoluk danîn. 22 gundên Xoçvanê hene. Bi dirêjahiya dîrokê navên cihê cihê li van gundan hatine kirin. Bûyera dawîn a dîroka Xoçvanê jî li sala 1998an li gundê Kora qewimî. Navê Mehmet Alî Arslanê ku bi hilatina înternetê ve cara pêşîn navê Xoçvanê û Erdexanê bi dinyayê da naskirin li gundê Kora hate dayîn û bi vî awayî, vî gundî bi navê xwe yê sêyemîn ve di dîroka Xoçvanê de cihê xwe girt. Ermeniyên ku li herêmê dijîn hê beriya damezrandina komarê, ji bo ku herêmê biterikînin rastî zextan hatin. Her wiha, malegan jî li salên 1960iyan naçar man herêmê biterikînin ku ew li Xoçvanê xwedî geljimareke mezin bûn. Gelek dêrên (kilîseyên) aîdî gelên xirîstiyan ên li herêmê bêxwedî man û bûn kavil û wêrangeh. Îro li Xoçvanê geljimareke cîdî ya kurdan heye. Di dîroka nêzîk a Xoçvanê de bi taybet ciwanên kurd ên vê deverê bi pirsgirêkên giştî yên kurdan ve bi nîsbeteke bilind têkîldar bûne, qet sersar tervnegeriyane û gelek ji wan di rêya bidestxistina heqên neteweyî yên kurdan de jiyana xwe ji dest daye. Akîf Yılmaz yek ji wan xortan bû ku li sala 1982yan li girtîgeha Amedê di encama çalakiya rojiya mirinê de canê xwe da û di nava xortên Xoçvanê de bû sembola têkoşîna li dijî binpêkirina heqên kurdan. Kurdên ku bi salan e li vir dijîn êdî ne tenê di qada polîtîk de, lê wek çand û wek aktorên aborî jî li herêmê xwedî hêzeke girîng in. Li van demên dawîn, di serî de Xoç-Fed û Koma Danasîna Xoçvanê (Xoçvan Tanıtım Ekibi) Hoçder gelek rêxistin, sazî û komele ava bûne û pirsgirêkên herêmê anîne rojevê. Ev sazî û komele ne tenê bi pirsgirêkên Xoçvanê ve lê her wisa bi daxwazên Xoçvaniyên li metropolan ve jî eleqedar dibin.