Zêrevanî
Zêrevanî, hêza parastina herêma Kurdistan yan jî polîsên parêzvanên herêma Kurdistanê ne.
Li gorî malpera xwe, zêrevanî pêkhatiye ji wan kesên dilsoz û giyan li ser dest yên pêşmergên Kurdistanê ku bi salên dûr û dirêj ji bo gehandina armanca gelê Kurdistan xebat û têkoşîn kiriye we bûne egerê destveînana destkeftên îro yên gelê kurd û têkdan û roxandina rijêma diktatora faşista BAAS û Seddam di Îraqê da û bûne egerê avakirina sîstemek û civakekê modêrn û dîmokratîk li Îraqeka fîderal.
Merem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî roxandina rijêma Îraqê û derkeftina yasaya Îraqê ya berwext ya leşkirî xaleka giring têda hate diyarkirin ew jî ew bu ku hikumeta herêma Kurdistan ew bi xo dê parastina xo ket, lewma piştî rezamendiya hêzên hevpeymanan ku hêzên dagîrkerên Îraqê bûne û piştî rewayetiya xo ji biryara (1453) ya civata nav netewî wergirt ku li 8 Gulana 2003 derçûbu û piştî rezamendiya civata berwext ya Îraqa fideral, hikumeta herêma Kurdistanê biryar da supayekî avabiken bi hijmara (21 , 000) bîst û yek hizar pêşmerga ku ev hêze bişêtin ji dervey şiyanên polîsa û silahiyatên wan û bi taybetî jî ji dervey bajêra karê xo encam biden. Herwesa ji bo parastina jîngehê jî leşkirek hate amadekirin bi hijmara 500 pêşmerga.
Erkên supayê zêrevanî yê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêkînana ewlekarî wasayşa herêma Kurdistanê û parastina sîstemê civakî. Ev hêze hêzeka leşkirî û çekdar e girêday hikumeta herêma Kurdistanî ye, ji bo ewlekarî û asayişê ferman û rênimayên xo ji wezareta nafxûya hikumeta herêma Kurdistanê û ji bo erkên xwiyên leşkirî jî fermanên xo ji Fermandiya Leşkirê Kurdistan distînît.
Rêkxistina zêrevanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêk têt ji fermandiya supayê zêrevaniyê, baregayê wê li paytexta herêma Kurdistanê ye û rastexo girêday wezareta nafxoya hikumeta herêma Kurdistanê ye, fermandiyê supayê zêrevaniyê endame li gel Fermandeya Leşkirê Kurdistanê. Herwesa baregayê fermandiya supayê zêrevaniyê pêkhatiye ji çend beşên girêday baregayê fermandiya supayê zêrevaniyê û leşkir û hêz û betalîyona belavin li ser parêzga û şar û şaruçka li dîf karê pê tête raspardin, kar û erkê xo dibînin.
Erk û raspardên karê zêrevanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yekem: Ewlekarî û asayiş:
- parastina hemî dam û dezgayên giring yên herêma Kurdistanê wek (balefirgeh, bendaf, dezgayên palawtina avê, dezgayên karebê, xalên gumirkî, bank, dewarên hikumî... Htd).
- parastina rêk û ban û pirêyan.
- parastina zîndana.
- parastina cihên geşt û guzariyê û şînwara û muzexana.
- parastina veguhastina pare û tiştên binirx û biha giran.
- parastina şandên der ve li demê seredana Kurdistanê da.
- li dema rûdanên siruştî da li gel hêzên firiya keftinê harîkariya gel biken.
- li sînurê erkê xuda qeza û rûdanên trombêla û firiyakeftina wan û amadekirina raporta bu dezgayên polîsên hatûçûnê.
- parastina kesatiyên giring li nava dezgayên hikumeta herêmê.
- parastina hemî dezgayên hikumeta herêma Kurdistan li dervey welat û parastina kesayetî û berpirsên van dezga, herwesa parastina nunerên herêma Kurdistanê û wezaret û dezgayên girêday wan li nava hikumeta fideral.
- harîkarî kirina polîsa ji bo rêgirtinê li rûdanên civakî wekî xopêşandanên bê destûrdan û neyasayî û karên xirabikarî.
- piştî hemahengî li navbera hikumeta fideral û hikumeta herêma Kurdistanê da û li dîf biryara hikumeta herêma Kurdistanê hawkarî kirin li deverên dî yên hikumeta fideral ji bo çespandina asayişê.
- rê girtin û destgîrkirina qaçax û qaçaxçiyetiyê û kesên sinuran dibezînin û bazirganên madên bê huşker û şiwînwar û parên sexte... Htd.
Duwem: Erkê leşkirî: Li herêma Kurdistanê da ji bo hemî fermanên ji fermandiya leşkirê Kurdistanê derdikevin amade ye pêk bînin.