Zagrosjet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zagrosjet
Logo

Dema damezirandinê 2005
Navend Herêma Kurdistanê, Hewlêr
Serkêş Moffak Hamad
Malper www.zagrosjet.com
biguhêreBelge

Zagrosjet, kompaniyeke rêhewayî ye ku di cotmeha 2005ê de ji aliyê Zagros Grûp ve hate avakirin. Navê Zagrosjet ê berê Zagrosair bû lê ji ber ku li gel Zagrosairlinesa Îranê tevlîhev nebe, navê wê guherandin[1]. Zagrosjet navê xwe ji çiyayên Zagros digire.

Di pûşpera 2013ê de jî lîsansa rêwî û kargobirinê ji wezareta ragihandinê ya Îraqê wergirt[2]. Zagrosjet bi hevpariya Atlasjeta Tirkiyê û Mistefa Barzanî ku bixwe brazayê Mesûd Barzanî ye hate lîsanskirin[3]. Ev şîrketa rêhewayî bi 51% di destê Mistefa Barzanî de bû, lê hemû tamîrat û lênêrîn ji aliyê Atlasjet dihatin kirin. Ji xwe ev bû pirsgirêk û hevpariya Atlasjet û Zagros Grûp hilweşiya. Di mijdara 2014ê de hevparî bi dawî bû[4]. Di çileya 2015ê de Zagrosjetê li gel Onurair karê xwe berdewam kir[5].

Piştî Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, 2017 ji ber ku firokexaneya Hewlêrê ji bo firînên nawdewletî hate girtin, seferên Zagrosjetê jî hatin betalkirin. Ji ber ku îştîraqa şîrketên Tirkiyê heye di Zagrosjetê de, Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiye gelek tesîrê li bazirganiya herêmê dike bi taybetî jî li Zagrosjetê.

Navenda Zagrosjetê, Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ye. Zagrosjet xwedî du firokeyan e. Tîpê wan Airbus A321 ye[6][7].

Zagrosjet yekemîn kompaniya rêhewayî ya kurdan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.kokpit.aero/index.php?route=article/article&filter_name=zagrosjet&article_id=3921[Girêdan daimî miriye]
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 26 sibat 2018 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 22 sibat 2018{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://www.milliyet.com.tr/ilk-kurt-havayolu-sirketini-siyaset-1742450/
  4. ^ http://www.ucuszamani.com/atlasjet-zagrosjet-ortaligi-sona-erdi-22h.htm[Girêdan daimî miriye]
  5. ^ http://www.airnewstimes.com/onur-air-zagrosjet-ortak-ucus-anlasmasi-imzaladi-31516-haberi.html
  6. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 7 sibat 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 22 sibat 2018{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  7. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 30 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 sibat 2018.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)