Zahid Birîfkanî
Xuyakirin
Zahid Birîfkanî hunermend, nivîskar û kemanjenekî kurd bû ku di 1967an de[1] li Dihokê (Başûrê Kurdistanê) hatiye dinyayê. Ew kurê helbestvan Şêx Memdûhê Birîfkanî bû û xwediyê gelek berhemên hunerî bû.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwendina seretayî û navincî li bajêrê Dihokê temam kiriye û dû re li Zanîngeha Mûsilê beşa kîmyayê xwendiye.
Hunermend Zahid Birîfkanî demekê jî li welatê Swêdê jiyaye.
Mirina Zahid Birîfkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di roja 23ê adara 2016an de hat ragihandin ku sê rojên berî li mala xwe hatibû kuştin[2]. Polîsên Dihokê ragihand ku bikujê hunermend Zahid Birîfkanî yek ji karkerên wî yê bi navê Simîr Mûsî Isî bû, lê hêj li bin lêkolinê ye[3].
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Laleşîn: Dîwana Şêx Memdûhê Birîfkanî (1997), beşa yekê, çapxaneya APEC, Stockholm, Swêd.
- Dîdarê yar: Dîwana Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî (2001), weşanên Roja Nû, Stockholm, Swêd.
- Zibanê kurdî: Dîwana Şêx Nûreddînê Birîfkanî (2001), weşanên Roja Nû, Stockholm, Swêd.
- Exlatî: Dîwana Şêx Memdû’hê Birîfkanî (2001), beşa duwê, weşanên Roja Nû, Stockholm, Swed.
- el-Heqîqe we'l-beyan fî tercûmet sadat Birîfkan (1961). Nivîskar: Şêx Memdûhê Birîfkanî, Zahid Birîfkanî berhev û amade kiriye
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 26 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 adar 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://waarmedia.com/zahid/[girêdan daimî miriye]
- ^ http://waarmedia.com/policenduhoke/[girêdan daimî miriye]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |