Zebûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
IX

Zebûr pirtûkeke Peymana Kevin e ku tê de 150 stranên ruhanî (Zebûr) hatin berhevkirin.

73 Zebûr ji aliyê Dawid (li dor 1000 B.Z.) ve hatin nivîsandin.

Navên nivîskarên din ên naskirî ev in:

51 Zebûr bê navê nivîskar hene.

Zebûra herî kevin Zebûra 90 e, nivîskarê wê Mûsa ye.

Zebûrên herî nû Zebûra 126 û 137 in (li dor 500 B.Z.).

Li gor dabaşên wan çend cûreyên Zebûran hene:

  • Zebûrên ku pesnê Xwedê didin, an jê re şikir didin
  • Zebûrên tobekirinê (mirov di wan de ji Xwedê afûbûna gunehan dixwaze)
  • Zebûrên hîndariyê
  • Zebûrên dîrokî (ji bo karên Xwedê yên dîrokî pesnê wî didin)
  • Zebûrên ji bo padîşah
  • Zebûrên ji bo cejnan

Zebûra 23 belkî ya herî bi nav û deng e:

Zebûra Dawid

1 Xudan şivanê min e,

Tiştek ji min kêm nabe.

2 Ew min li nav mêrga nû dide mexel,

Û li ber ava rihet rêve dibe.

3 Ew dilê min nû dike,

Û di ber navê xwe de, di riya rast de rêberiya min dike.

4 Erê, ez di geliyê siha mirinê de bigerim jî,

Ez ji xerabiyê natirsim, çimkî tu bi min re yî.

Gopal û şivdarê te, dilgeşiyê didin min.

5 Li pêş dijminên min, tu sifrê datînî ber min.

Tu dohn li serê min didî.

Fincana min tije ye, ser re tavêje.

6 Erê, di hemû rojên jiyana min de

Qencî û kerem wê hevaltiya min bikin

Û di hemû rojan de ezê di mala Xudan de rûnim.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]