Zeynel Ebîdîn Bîn Elî
Zeynel Ebîdîn Bîn Elî | |
---|---|
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zeynel Ebîdîn Bîn Elî an jî tenê Bîn Elî an Ezîn (bi erebî: زين العابدين بن علي, jdb. 3ê îlona 1936 – 19 îlon 2019), siyasetmedarekî tûnisî bû, ku ji sala 1987ê heta 2011ê duyemîn serokomarê Tûnisê bû. Di wê salê de, di dema şoreşa Tûnisê de, ew ji desthilatê hat xistin û reviya Erebistana Siûdî.
Bîn Elî di cotmeha 1987ê de wek serokwezîr hate tayînkirin. Di 7ê mijdara 1987ê de bi derbeyeke bêxwîn bû Serokomar.[1] Bîn Elî rejîmeke otorîter bi rê ve dibir.[2] Ew di gelek hilbijartinên ne-demokratîk de dihate hilbijartin û bi piraniyên bêhempa bi ser diket, ku her carê ji %90 dengan derbas dikir. Ew heta hilbijartina wî ya dawî ya di 25 cotmeha 2009ê de wiha ma.[3] Bîn Elî lîderê herî dawî bû ku ji Bihara Erebî sax bifilite. Wek mînak, li ser revîna wî serokwezîrê misirî Husnî Mubarek di sibata 2020ê de li welatê xwe mir.
Di 14ê Çileya 2011ê de, piştî mehekê xwepêşandanên li dijî desthilatdariya wî, ew tevî hevjîna xwe Leïla Bîn Elî û sê zarokên xwe reviya Erebistana Siûdî. Hikûmeta demkî ya Tûnisê ji Interpolê xwest ku biryara girtinê ya navneteweyî derbixe, ji ber ku wî bi şûştina pereyê û bazirganiya narkotîkê tawanbar dikir. Dadgeheke tûnisî di 20ê hezîrana 2011ê de bi awayekî negirtî cezayê hepsa hetahetayî li wî û jina wî birî, bi hinceta dizî û xwedîkirina neqanûnî ya pere û zêran.[4][5] Di hezîrana 2012ê de, dadgeheke tûnisî ji ber teşwîqkirina tundûtûjiyê û kuştinê, bi awayekî negirtî cezayê hepsa hetahetayî lê birî. Dadgeheke din a leşkerî jî di nîsana 2013ê de ji ber tepeserkirina tundûtûjî ya protestoyên li Sfaxê cezayê hepsa hetahetayî lê birî.[6] Wî yek ji wan cezayan nexwar, dûv re li Cide, Erebistana Siûdî, di 19ê îlona 2019ê de di 83 saliya xwe de piştî nêzîkê deh salan li sirgûnê mir.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "A COUP IS REPORTED IN TUNISIA - The New York Times". web.archive.org. 13 hezîran 2018. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Wolf, Anne (2023). Ben Ali's Tunisia: Power and Contention in an Authoritarian Regime (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-286850-3.
- ^ "Ben Ali, sans discussion - ParisMatch.com" (bi fransî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Zine El Abidine Ben Ali, Former Tunisian President, Sentenced To 35 Years In Jail For Theft, Unlawful Cash And Jewelry Possession | HuffPost". web.archive.org. 20 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Ben Ali sentenced to 35 years in jail | World news | The Guardian". web.archive.org. 7 nîsan 2017. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Tunisia's Ben Ali sentenced over protesters' deaths - BBC News". web.archive.org. 17 hezîran 2019. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024.