Zhuangzi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
"Zhuangzi pelatînkê di xewnê de dibîne (an jî Pelatînk Zhuangzi di xewnê de dibîne)".

Zhuangzi, Chuang Tzu, Chuang Tsu, yan jî Chuang Tse (bi çînî: 莊子; xwendina wê Juang-jî) di sedsala 4 B.Z. de li Çînê di dema şerên mîrekan de jiyaye. Kêm tişt li ser kesayetiya wî tên zanîn. Li gor dîroknasan, ew li navçeya Mengê cihekî li binya çemê zer re li cihekî herema Hemanê jiyaye. Tê gotin ku wî di karê birêvebirinê de cihekî girîng digirt û bi heta ku keyê herêma Şu wezîrtî pêşniyarî wî kiriye lê belê wî qebûl ne kiriye.

Pirtûka wî jî bi navê wî "Zhuangzi" tê bi naskirin.

Wî di dawiya jiyana xwe bi timametî daye paş wek koçerekî di nav gel de geriyaye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]