Zimanê klingonî
Zimanê klingonî (bi klingonî: tlhIngan Hol) zimanekî çêkirî ye û yekem car di filmên Star Trek de hatiye bikaranîn. Di sala 1984an de şirketa fîlmî ya Paramount daxwaz de zimannasê amerîkî Marc Okrand ji ber ku gelê gerdunî yê Klingon re zimanek biafirîne. Gelên biyanî di filmên honaka zanistîyê de herî car zimanê bê sîstem dipeyvandin, ema hilberînerên Star Trekê dixwastin zimaneke bi paşxana rastbîn bikar bînin, ji ber ku bikaranîna zimên di fîlmên têvel de di nav hev de lihevhatî be. Fanên rêzefîlmê û zimanzanan ziman hildidan û klingonî fêr dibûn.Enstitûya Zimanê Klingonî (Klingon Language Institute, an jî bi kurtahî KLI) parastin û reşana klingonî xistî ye karê xwe. Berhema standart û bingeha rêziman "The Klingon Dictionary" (Ferhenga zimanê klingonî) ye ku ji aliyê Marc Okrand ve hatiye nivîsandin.
Klingonî (tlhIngan Hol) | ||
---|---|---|
Nivîskarê pêşnûmayê | Marc Okrand | |
Sala weşandinê | 1984 | |
Axiver | Nirxandin derdora 20 ta çend hezaran e, girêdayî nêrîn û sêwirên axaftvanan e. | |
Klasîfîkasyona
zimanzaniyê |
| |
Kodên zimanê | ||
ISO 639-1 | – | |
ISO 639-2 | tlh | |
ISO 639-3 | tlh |