Honaka zanistî
Honaka zanistî | |
---|---|
Mijara sereke | Zanist û teknolojî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Honaka zanistî (an jî xeyala zanistî, aşopa zanistî, endîşeya zanistî) ji peyva Science-Fictionê ya zimanê îngilîzî hatiye wergerandin û wekî têgih nîşanî vê pênasê dike: Çîrokên ku li paşerojê û carinan jî pêşerojê derbas dikin û bi hêmanên zanistî û teknolojiyan ên piranî nediyar û xeyalî ve hatiye honandin. Honaka zanistî di heman cûreyên navgînên ragihanê de tê bikaranîn, wekî li roman, xêzeroman, fîlm, rêzefîlm, lîstikên komputerê, şano û hwd.
Ferqa honaka zanistî ya sereke ji berhemên fantastîk ev e ku hêmanên honaka zanistî piranî di nav îmkanên pêşniyaz û peytên zanistî de ne. Ji ber vê ferqê, honaka zanistî wekî “wêjeya ramanan”[1] tê navandin û piranî li ser lêgerîna alternatîfên zanistiyê[2] tê afirandin.
Honandinên xeyala zanistiyê ya sereke
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Honandinên paşerojê yan jî pêşerojên ku nakokî li navbera wê û dîrok û arkeolojiyên rastî hene.
- Honandinên qala fezaya der, cîhanên din an jî fezayiyan dikin[3].
- Çîrokên ku rêzikên zanîstî û teknolojiyên derî qanûnên xwezayê ya rastîn dihewînin[4].
- Çîrokên ku mijarên wan rêwîtiya demî, rêwîtiya bi leza roniyê, teknolojiyên mîna nanoteknolojî û robot, pergalên civakî û polîtîk a mîna utopya û dîstopya, kifşkirina rêzikên zanistî yên nû an jî cihên nû hwd., dihewînin[5].
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Her çiqas berhemên wekî True History ya Lucian ê di sedsala 2an de jiyaye[6][7][8], çend çîrokên li nav Hezar û yek şev[9][10], The Tale of the Bamboon Cutter (sedsala 10an), Theologus Autodidactus a Ibn al-Nafis (sedsala 13an)[11], Voyage de la Terre à la Lune a Cyrano de Bergerac (sedsala 13an), Des états de la Lune et du Soleil (sedsala 17an) honaka zanistî yên yekem têne pejirandin jî mîtolojî berî van berheman bo fêmkirina cîhanê honandin û çîrokê bikaraniye û ev jî wê dike çavkaniya honaka zanistî.
Mînakên rastîn a honaka zanistî yên yekem, di serdema Ronesansê de hatine berhemandin û yek ji wan ev in: Micromégas a Voltaire, Gerrên Gulliver a Jonathan Swift[12] û Somnium a Kepler. Somnium ji aliyê Carl Sagan ve Isaac Asimov ve wekî yekemîn berhema honoka zanistî tê pejirandin. Pirtûk rêwîtiya heyvê û ji wir tevgerên cîhan çawa tê dîtin, wîya vedibêje.
Di sedsala 18an de li dû pêşketina cureya romanê, di sedsala 19an de berhemên bi navê Frankenstein û The Last Man ên Mary Shelley alîkarî bo pênasîna forma honaka zanistî kiriye.[13] Dawiyê Edgar Allan Poe çîrokeke qala rêwîtiya heyvê nivînsandiye[14]. Di vê sedsalê de gelek çîrokên din hatine berhemandin. Piştî geşbûna teknolojiyên elektrîk û telgrafê û navgînên gihanî yên nû wekî trênên bûxarê, nivîskarên mîna Jules Verne û H. G. Wells cureyekî nû afirandine û vê cûreyê nû li Brîtanyayê, di civata honaka zanistî de wekî “serpêhatiya zanistî” hatiye navandin. Bi riya Flatland: A Romance of Many Dimensions (1884) a Edwin Abbott mînakên vê cûreyê çeşîtdar bûn. Bikaranîna têgiha “serpêhatiya zanistî” heta serê sedsala 20an ji aliyê nivîskarên wekî Olaf Stapledon ve hat domandin.
Li dora kovarên honaka zanistî yên di serê sedsala 20an de derdiketin, nifşekî nivîskarên nû peyde bû ku piraniya wan Amerîkayî bûn û ew di bin têsîra Hugo Gernsbackê bûn. Piştî John W. Campbell bû edîtora Astounding Science Fictionê di dawiya salên 1930î de komek nivîskar derket holê ku bi navê Futurians dihatin nasîn û di nav vê komê de nivîskarên wekî Isaac Asimov, Damon Knight, Donald A. Wollheim, Frederik Pohl, James Blish û Judith Merril jî hebûn[15]. Nivîskarên din ên vê demê yên tê nasîn ev in: Robert A. Heinlein, Arthur C. Clarke, A. E. van Vogt û Stanislaw Lem. Li gorî gelek kesan vê dema ku Campbell li ser Astoundingê bû, dema zêrîn a honaka zanistî tê pejirandin. Taybetmendiya karekterîstîk a çîrokên vê demê ev e ku pesnê pêşveçûn û serkeftinên zanistiyê didin û ev wekî honaka zanistî ya hişk dihat navandin.
Ev dem pêşketinên teknolojiyê ya heta dawiya şerê domand, piştî wê kovarên mîna Galaxyyê ya bin rêvebiriya Pohlê û nifşên nîvîskarên nû derî tarza Campbellê çîrokên cuda berhemandin. Di salên 1950î de di nav nifşa Beatê de nivîskarên wekî William S. Burroughs ê ku têkildarî honaka zanistî hebûn. Di salên 1960 û 1970î de nivîskarên wekî Frank Herbert, Samuel R. Delany, Roger Zelazny, Harlan Ellison, meyldarî, raman û stîlên nivîsê yên nû kifşkirin. Di vê demê de li Brîtanyayê de komek nivîskar bi navê New Wave dihat nasîn [12]. Di salên 1970î de Larry Niven û Poul Anderson carekî din destpê pênasandina honaka zanistî ya hişk kirin[16]. Ursula K. Le Guin û yên din jî rêberiya honaka zanistî ya civakî kirin[17]. Di salên 1980î de nivîskarên cyberpunk (sîberpunk) ên wekî William Gibson dev ji optimizma kevneşopî berdan û piştgirî dan honaka zanistî ya kevneşopî[18]. Star Wars ji rastiya zanistî bêhtir girîngî da çîrok û karakteran û bal kişand li ser tarza operaya fezayê[19]].
Lêkolînên hûrik ên fezayiyan û li ser têkoşînên zanistî yên C. J. Cherryh, têsîrî li komek nivîskar kir[20]. Di salên 1990î de van temayan derketin pêşî: pirsgirêkên hawirî, tora giloverî û têsîra zanyariyên pêşketî ya gerdûnî, pirsên qala biyoteknolojî û nanoteknolojiyê, pêwendiyê li ser civakên xelayê ya piştî Şerê Sar û hwd. Neal Stephenson, di berhema xwe yê bi navê The Diamond Age de van temayan bi dorhêlî vedikolîne. Rêzefîlma televîzyonê ya bi navê Star Trek: The Next Generation rêzefîlmên honaka zanistî populer kir[21].
Endîşeyên li hemberî leza pêşveçûnên teknolojiyê yekem car ji aliyê Vernor Vingeê ve di romana Marooned in Realtime de populer bû û gelek nivîskarên din jî sedema wê ya “tenêtiya teknolojîk” di berhemên xwe de şixulandin.
Ramanên Nû
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Honaka zanistî li aliyêkî pêşveçûnê û teknolojiyên paşerojê dinirxînin, aliyê din jî ramanên nû û teknolojiyên nû diafirînin. Ev tişt ji derdorên zanistî zêdetir ji aliyê derdorên wêjenas û civaknasan ve hat nîqaşkirin. Vivian Sobchack a teorisyena medya û sînemayê, diyaloga li navbera fîlmê honaka zanistî û hêza xeyalê vekolandiye.
Teknolojî bandor li ser sêwirandina mijarên hunermendan nake, lê belê cîhana honandin hêza xeyalê xurttir dike û têkarî zanistî dibe. Wekî mînak berhemên Arthur C. Clarke û Michael Crichton teknolojiyên ku sepandina wan bê îmkan in, di nav çîrokên xwe de nêzîkî rastbûnê kirine.[22]
Ev tişt di gotara bi navê Bridging the Gaps: Science Fiction in Nanotechnology a José Lopez ê ku profesorê Zanîngeha Ottowayê ye, hatiye peyitandin. Lopez, pêşniyarên teorik ên gerdûnên honanindinê û operasyonên nanoteknolojiyê ya zanistî têkildarî hev kirine.
Binecûr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Binecûrên honaka zanistî ji nivîskar û senarîstan zêdetir ji aliyê bazarger û rexnegiran ve têne senifandin û gelek caran jî nêrîn û kategoriyên rexnegir û bazargeran ji hev cuda dibin.[23]
Honaka zanistî ya hişk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Taybetmendiyên sereke yên honaka zanistî ya hişk (bi îngilîzî: Hard SF) ev in: Hûrgiliyên bêkêmasî ya zanistên pîvandî yên mîna fizîk, kîmya, stêrfizîk û hwd., didin û/an jî gerdûnên ku hatiye honandin bi hûrgilî disêwirînin. Pêşbîniyên rast ên der heqê paşerojê ya honaka zanistiyan piranî di binecûra hişk de hatiye pêşniyarkirin.[24] Nivîskarên honaka zanistî ya hişk ên mîna Gregory Benford, Geoffrey A. Landis di heman demê de zanist in jî.[25] Rudy Rucker û Vernor Vinge jî him nivîskar in û him jî matematîkzan in. Nivîskarên hêja yên din a binecûra honaka zanistî ya hişk ev in: Hal Clement, Larry Niven, Robert J. Sawyer û Stephen Baxter.
Honaka zanistî ya civakî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Têgiha “honaka zanistî ya civakî” ji bo pênasîna xebatên li ser zanistên civakî ya mîna derûnnasî, aborî, polîtîka, civaknasî, mirovnasî û hwd., tê bikaranîn. Di vê warê de yên herî bal dikşînin Ursula K. Le Guin û Philip K. Dick in.[26] Têgih berî her tiştî ji bo çîrokên ku girîngî didin hest û karekteran, tê bikaranîn. Ray Bradbury yê Hosteya Mezin ê SFWAyê hostayê herî navdar ê vê warê ye.[27] Van nivîskaran sinorên di navbera honaka zanistî ya hişk û civakî şêlo û tevlîhev dikin. Utopya û dîstopya jî binecûrên vê cûreyê ne. Çîrokên The Handmaid’s Tale, 1984 û Brave New World mînakên honaka zanistî ya civakî ne. Gerrên Gulliver û mînakên din mimkun e ku di hesaba honandinên afirîner bê pejirandin.
Cyberpunk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cûreya cyberpunkê di salên 1980î de derket holê; bêje pevgihana peyvên “sîbernetîk” (bi îngilîzî: cybernetics) û “punk”ê ye [28] û cara yekem ji aliyê Bruce Bethkeê ve wekî navekî çîroka wî hat bikaranîn.[29] Di vê cûreyê de gelemperî dem, paşeroja nêzîk e û cih jî distopia ye. Di nav temayên cyberpunkê de wekî pêşveçûnên teknolojiyên zanyariyê û pergalên kontrolê yên civakî a bi înternet (an jî fezaya sîber) an jî şîrketên li derî demokrasiyê henin. Bi berbelavî di nav van berheman de nîhîlîzm, post-modernîzm û teknîkên fîlmên reş têt bikaranîn û lehengên rêber piranî dilnexweş û îsyankar in, carinan jî antî-leheng in. Nivîskarên hêja yên binecûrê cyberpunkê ev in: William Gibson, Bruce Sterling, Alfred Bester û Pat Cadigan. Li gorî James O’Ehley fîlma Blade Runner a di 1982ê de hatiye çêkirin, mînakek baş e bo cyberpunkê.[30]
Rêwîtiya demî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêşhatiyên çîrokên ku qala rêwitiya demî dikin, heta di sedsalên 18 û 19an de tê dîtin. Lê populerbûna vê binecûrê bi saya romana H. G. Wellsê ya bi navê The Time Machine ye. Çîrokên vê cûreyê ji ber pirsgirêkên mantiqî ya wekî paradoksa bapîr, gelekî tevlihev in.[31] Rêwîtiya demî, temayek bikaranîna wê gelek berbelaw e. Xêndî romanan, di rêzefîlmên televîzyonan de (Doctor Who, hwd.) û tenê sere xwe di fîlman de (The Flipside of Dominick Hide, hwd.) hatiye şuxilandin.
Dîrokên alternatîf
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çîrokên li ser dîrokên allternatîf, guherandina dîrokên rastîn in û bala xwe didinê geşedana wê ya nû. Ev çîrok geh ji bo guherandina pêşerojê rêwîtiya demî bikartînin geh jî ji dîroka cihana me cudatir gerdûneke din diafirînin. Yek ji klasîkên vê binecûrê ev in: Bring the Jubilee ya Ward Moore ê ku li vê romanê Şerê Navxweyî ya Amerîkayê Başûriyan bi ser dikevin. The Man in the High Castle a Philip K. Dick ê ku li vê romanê jî Almanya û Japonya di Şerê Cîhanî yê Duyem de bi ser dikevin. Harry Turtledove ji aliyê gelek kesan ve wekî “hosteya dîrokên alternatîf” tê navandin.[32] Xelata Dîrokên Alternatîf a Sidewiseê herî başên vê binecûrê hildibijêre.
Honaka zanistî ya serbazî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Vê binecûr li ser şer an jî lihevxistinên hêzên çekdar ên wekî neteweyî, navgerstêrkan an jî navgerdûnan tê avakirin û lehengên wan ên girîng serbaz in. Van çîrokan hûrgiliyên prosedur, merasîm, dîrok û teknolojiyên serbazî vedigrin; çîrokên serbazî mimkun e ku nêzîkî an jî wekî lihevxistinên dîrokî bin. Nivîskarên honaka zanistî ya serbazî yên navdar ev in: David Drake, David Weber û S. M. Stirling. Weşanxaneya Baen Booksê ji ber xwedîkirin û gihandina nivîskarên honaka zanistî ya serbazî, têt naskirin.[33]
Candarên derasayî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çîrokên qala candarên derasayî û sermirovan dikin, mijarên wekî derketina holê ya van candarên derî normal dişuxlînin. Ev mijar geh mîna Odd John a Olaf Stapledonê bi sedemên xwezayî destpêdikin, geh jî mîna Slan a A. E. Van Vogtê ceribandinên bi mebest derdikevin holê. Van çîrokan bi gelemperî girîngî didin bîyanîbûna van candaran û tevgerên civakê ya li hemberî wan. Vê binecûr di jiyana rastîn de rol li nîqaşên zêdekirina mirovan lîstiye.
Dawiya cîhanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Honandina mehşerê rewşa cîhanê ya piştî afetan disêwirînin an jî têkçûna şaristaniyê ya piştî şerên nukleerê, nexweşiyên perrok û hwd vedigrin. Hin berheman pêk hatina afetan û dawiya wî (mînak Rê-Cormac McCarthy) dişuxlînin, hin berheman jî sedan sal piştî afetan rewşa dinyayê (mînak Riddley Walker–Russell Hoban) nîşan didin. Yek ji klasîkên vê binecûrê ev in: Earth Abides a George R. Stewartê û Alas, Babylon a Pat Frankê.
Operaya fezayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Operaya fezayê çîrokên romantîk in ku bi qismî an jî bi temamî li fezayê derbas dibin, pir caran lihevxistinên li navbera rikeberên qewî yên xwediyê teknolojî û têkiliyên melodramatîk dişuxlînin. Taybetmendiya herî mezin a vê binecûr ev e ku girîngî didin mezinahiya leheng, şer, hêz û temayan. Aliyê din weke kevneşopî, ev binecûr şopînerê Homêros in: “Komekî piçûk a serhatîperest, têkoşînî li hemberî hêzekî ji wan gelek mezintirîn, didin.” Star Wars û Revelation Space mînakên herî populer ên vê binecûr in.
Westerna fezayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Westerna fezayê dibe ku wekî binecûra operaya fezayê bê pejirandin: Di van çîrokan de westerna DYAyê bi rûerda fezayê ya futurîstîk tên berhemandin. Westerna fezayê li cihekoloniyên ku bi aborî pêşdikevin dikin mijarên xwe; lê li wê deran mîna Rojavaya Kovî ya Amerîkanê bêqanûnîtî desthilatdarî dike. Mînaka herî baş ê vê binecûr rêzefîlma televîzyonê ya bi navê Firefly a Joss Whedonê ye.
Binecûrên din
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]• Honaka zanistî ya feminîst: Berhemên vê binecûrê pirsên ku qala rola mêranî yê civakî , guherîna rolên polîtîk û civakî yên jin û mêran dipirsin. Xebatên herî balkêş ên vê binecûrê du şikil in: utopyaya ku li wir ferqa zayendiyan ji hev tune ne yan jî dîstopyayek li ser desthilatdariya mêranî disêwirînin[34].
• New Wave: Ev têgih bo xebatên honaka zanîstî yên ku van taybetiyan vedigrin: Him li şiklê û him li naverokî xwe dispêre cerribandinekî mezin, çêjekî xweş û hesyariyeke hunermendane.
• Şêtiya Bûxarê (Steampunk): Van berheman bi gelemperî di sedsala 19an de û pir caran jî di serdema Vîktoryayê de derbas dibin ku di vê serdemê de bûxar bi berbelawî dihat bikaranîn. Mîna berhemên Jules Verne û H. G. Wells ji xêndî bûxarê, teknolojiyên ku li wê dewrê nedihat bikaranîn jî tê sêwirandin.
Cûreyên pêwendî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Honandina teorîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev têgih warekî gelek fireh dihewîne, mîna honaka zanistî, fantastîk û dîrokên alternatîf, hwd. Edîtorin rastîbîniya efsûnî (magic realism) jî têdixin li bin vê cûrê.[35]
Wêjeya fantastîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêwendiyek nêzik li navbera fantastîk û honaka zanistî heye. Gelek nivîskar bi her du cûreyê berheman nivîsandine. Berhemin nivîskarên mîna Anne McCaffrey û Marion Zimmer Bradleyê di horta her du cûreyê de ne. Car caran têgiha fanteziya zanistî ji bo van berheman têne bikaranîn.[36] Li Amerîkayê komeleyek bi navê “Komeleya Nivîskarên Honaka Zanistî û Fantazî ya Amerîkayê” (SFWA) heye ku xelatan didin berhemên ku him warên honaka zanistî û him jî wêjeya fantastîk hatine nivîsandin. Kongreyên honaka zanistî mijarên wêjeya fantastîkê birêkûpêk têdixin rojevên xwe.[37][38] Nivîskarên fantastîkê yên ku mîna J.K. Rowlingê, xelata herî mezin a warê honaka zanistiyê bi navê Xelata Hugo histendine.[39] Honaka zanistî bi gelemperî tiştên mimkun in ku li paşerojê bêne çêkirin, qal dikin. Lê fantastîk tiştên derasayî û bêîhtimal dihonînin.[40] Sêr(efsûn) û mîtolojî mijarên herî populer ê wêjeya fantastîkê ne.[41]
Wêjeya erjengê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wêjeya erjengê yan jî tirsê li ser derî xweza û derasayî tê avakirin. Armanca vê cûreyê xwendevanên xwe car caran bi riya pêşdariyên tundî bitirsînin û aciz bikin. Gelek berhemên tirsê hêmanên honaka zanistî dihewînin. Di romana Mary Shelley a bi navê Frankenstein her çiqas hêmanên tirsê ji yên din zêdetir be jî, ji ber ku afirandina cinawer bi honandina xeyala zanistî tê kirin, tê hesibandin ku berhema yekem a honaka zanistî ye. Ji bo pênasîna cûreyên honaka zanistî û erjengê ji berhemên Edgar Allan Poe jî hatiye sûd wergirtin.[42] Îro wêjeya erjengê kategoriyek populer a fîlmên erjengê ye.[43]
Wêjeya veşartî (mystery)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di van berheman de temaya serdest honaka zanistî ne, lê belê çîrok xwe dispêrin rastiyên rojane. Mîna romanên erjengê yên Tom Clancy û Michael Crichtonê û fîlmên James Bond pir caran li nav vê cûreyê tê hesibandin.[44] Xebatên modernîst ên nivîskarên wekî Kurt Vonnegut, Philip K. Dick, Stanisław Lem li ser sînora honaka zanistî û wêjeya veşartî ne.[45] Li gorî Robert J. Sawyer “Li nav honaka zanistî û veşartiyê lihevhatineke mezin heye. Her du jî ferisandina xaçepirsê dilbijî dikin û ji bo wê jî çîrokên nêzikî rastiyê hewce dikin.”[46] Isaac Asimov û Walter Mosley di nav berhemên xwe yên honaka zanistî de hêmanên veşartî (mystery) bicihkirine yan jî di nav berhemên xwe yên veşartî de hêmanên honaka zanistî bicihkirine.
Wêjeya sûperleheng
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Taybetmendiya karakterîstîk a vê cûreyê ev e: Lehengên van çîrokan ku xwediyê behreyên derasayî ne, bi xwestekî an mecbûrî welateke yan jî gerdûneke ji destê gefan (carinan gefên xwezayî û carinan gefên super ên çêkirî) diparêzin an jî ji bo parastina wan alîkarî dikin. Gelek sûperleheng bi xwestekî an bêhemdî xwe li nav teknolojiyên pêşketî, cîhan an jî gerstêrkên biyanî, li nav rêwitiya demî dibînin. Lêbelê hêmanên zanistî yên van çîrokan dûrî aqil in li gorî çîrokên honaka zanistî.
Li nav nivîskarên vê cûreyê de Stan Lee û Dean Wesley Smith (Spiderman, The Fantastic Four, X-man, Hulk hwd); Marv Wolfman (Blade, The New Teen Titans), Roger Stern û Elliot S. Maggin (Superman) hene. Weşanxaneyên Marvel Comics û DC Comics piştgirî û girîngî didin wêjeya sûperlehengê.
Xelat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xelatên herî mezin û girîng ên cîhana honaka zanistî ev in: Xelata Hugo ku ji aliyê World Science Fiction Convention (Worldcon) ve tê belavkirin û Xelata Nebula ye ku ji aliyê Science Fiction and Fantasy Writers of America (SFWA) ve tê belavkirin. Di sînemaya honaka zanistî de Xelata Saturn xelateke gelek mezin e.
Li wêjeyê honaka zanistî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nivîskarên ku li warê honaka zanistî navdar û serkeftî ne, hin ji wan ev in:
- Jules Verne
- Karel Čapek
- Arthur C. Clarke
- Isaac Asimov
- Frank Herbert
- H. G. Wells
- Yevgeni Îvanovîç Zamyatîn (Zemyetkin)
- Stanislaw Lem
- Philip K. Dick
- Ursula K. Le Guin
- J. G. Ballard
- Samuel Delany
- Jack Vance
- David Brin
- Thomas Disch
- Robert Sheckley
- Harry Harrison
- John Brunner
- Alexei Panshin
- Poul Anderson
- Robert A. Heinlein
- Kurt Vonnegut Jr.
- Adam Fawer
- Frederik Pohl
- Roger Zelazny
- Bernard Werber
- Brian W. Aldiss
- C.M.Kornbluth
- Eric Frank Russell
- Larry Niven
- Douglas Adams
- Joanna Russ
- Robert Silverberg
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ http://www.writing-world.com/sf/sf.shtml
- ^ Del Rey, Lester (1979). The World of Science Fiction: 1926–1976. Ballantine Books. s. 5. ISBN 0-345-25452-X.
- ^ Sterling, Bruce. "Science fiction" in Encyclopædia Britannica 2008 http://academic.eb.com/oscar/print?articleId=66289&fullArticle=true&tocId=235716
- ^ Card, Scott (1990). How to Write Science Fiction and Fantasy. Writer's Digest Books. s. 17. ISBN 0-89879-416-1.
- ^ Hartwell, David G. (1996). Age of Wonders: Exploring the World of Science Fiction. Tor Books. s. 109–131. ISBN 0-312-86235-0.
- ^ Grewell, Greg: "Colonizing the Universe: Science Fictions Then, Now, and in the (Imagined) Future", Rocky Mountain Review of Language and Literature, Vol. 55, No. 2 (2001), pp. 25–47 (30f.)
- ^ http://www.depauw.edu/sfs/backissues/8/fredericks8art.htm
- ^ http://www.depauw.edu/sfs/backissues/10/swanson10art.htm
- ^ Irwin, Robert (2003), The Arabian Nights: A Companion, Tauris Parke Paperbacks, ss. 209–13, ISBN 1860649831
- ^ Richardson, Matthew (2001), The Halstead Treasury of Ancient Science Fiction, Rushcutters Bay, New South Wales: Halstead Press, ISBN 1875684646
- ^ https://web.archive.org/web/20080206072116/http://www.islamset.com/isc/nafis/drroubi.html
- ^ a b https://www.britannica.com/art/science-fiction
- ^ John Clute and Peter Nicholls (1993). "Mary W. Shelley". Encyclopedia of Science Fiction. Orbit/Time Warner Book Group UK.
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 hezîran 2006 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://jophan.org/mimosa/m21/resnick.htm
- ^ https://web.archive.org/web/20151016032758/http://www.magicdragon.com/UltimateSF/timeline1970.html
- ^ Philip Hayward (1993). Future Visions: New Technologies of the Screen. British Film Institute. s. 180–204.
- ^ Philip Hayward (1993). Future Visions: New Technologies of the Screen. British Film Institute. s. 180–204.www.stanford.edu/class/history34q/readings/Cyberspace/HaywardSituatingCyberspace.html
- ^ https://web.archive.org/web/20150810083055/http://allenvarney.com/av_space2.html
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 tebax 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ https://web.archive.org/web/20080509093805/http://www.patriotresource.com/tv/scifi/sttng.html
- ^ Sheila Schwartz (1971). "Science Fiction: Bridge between the Two Cultures". The English Journal.
- ^ "An Interview with Hal Duncan". Del Rey Online. 2006.
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 11 kanûna paşîn 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2015
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Fraknoi, Andrew (2003-02-11). "Teaching Astronomy with Science Fiction: A Resource Guide". Astronomy Education Review (National Optical Astronomy Observatory).
- ^ Hartwell, David G. (1996-08). Age of Wonders. Tor Books.
- ^ Maas, Wendy (2004-07). Ray Bradbury: Master of Science Fiction and Fantasy. Enslow Publishers.
- ^ Stableford, Brian (2006). Science Fact and Science Fiction: An Encyclopedia. Taylor & Francis Group LLC. s. 113.
- ^ Kopîkirina arşîvê, Ji orîjînalê di 11 gulan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 gulan 2015
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ https://web.archive.org/web/20131126043731/http://www.scifimoviepage.com/julypick.html
- ^ http://plato.stanford.edu/entries/time-travel-phys/
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 14 hezîran 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 hezîran 2009
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2010
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Elyce Rae Helford, in Westfahl, Gary. The Greenwood Encyclopedia of Science Fiction and Fantasy: Greenwood Press, 2005: 289-290
- ^ web.archive.org/web/20120110165032/http://www.aeonmagazine.com/writersguidelines.html Girêdana arşîvê 2012-01-10 li ser Wayback Machine
- ^ http://www.depauw.edu/sfs/review_essays/elkins22.htm
- ^ https://web.archive.org/web/20131126050500/http://www.laconiv.org/2006/prog/contest.htm
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 6 tîrmeh 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ web.archive.org/web/20141008081059/http://worldcon.org:80/hc.html
- ^ Rod Serling (1962). The Twilight Zone, "The Fugitive".
- ^ Robert B. Marks (1997-00). "On Incorporating Mythology into Fantasy, or How to Write Mythical Fantasy in 752 Easy Steps". Story and Myth.
- ^ David Carroll and Kyla Ward (1993-05). The Horror Timeline,Part I: Pre-20th Century
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 14 tebax 2007 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 tebax 2007
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ https://web.archive.org/web/20151016032758/http://www.falsepositives.com/index.php/2005/11/22/utopian-ideas-hidden-inside-dystopian-sf/
- ^ Glenn, Joshua (2000-12-22). "Philip K. Dick (1928–1982)". Hermenaut (#13)
- ^ McBride, Jim (1997-11). "Spotlight On... Robert J. Sawyer". Fingerprints (Crime Writes of Canada) (November 1997).