Zimanê korêyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zimanê Korêyî (한국어/조선말) zimanê fermî yê Komara Korêyê û Komara Gelêrî ya Demokratîk a Korêyê ye. Bi giştî nêzî 80 milyon kesan li cîhanê bi vî zimanî diaxivin.

Zimanzanistvan di diyarkirina riha zimanê Korêyî da negehiştine ti lihevhatinan. Hindek bawerin ko ev ziman ji zimanên Altayî ye û hidikek jî dibêjin ko zimanekê xweser e. Ev ziman zimanekê pevgirêdayî (agglutinative) e.

Elfûbêya Korêyî ko bi navê Hangulê dihêt niyasîn di gotareka dî da hatîye behskirin.

Navkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê Korêyî gelek nav hene. Li Korêya Bakur û istana Yanbiyana Çînê dibêjin Çosonmal (조선말) an bi awayekê gelek fermîtir: Çosono (조선어). Li Korêya Başur piranî ya xelkî dibêjin zimanê Korêyî Hangungmal (한국말), an gelek fermîtir: Hangugu (한국어) an Gugo (국어). Di axivtina xelkî da hidek caran dibêjin zimanê xwe Ûrîmal (우리말) anko Zimanê Me.

Li alîyekê dî, xelkên Korêyî yên ko li Sîberyayê dijîn dibêjin xwe Koryo-saram anko Goryoîn û dibêjin zimanê xwe jî Goryoînmal.

Sinfandina Zimanê Korêyî û Zimanên Xizim[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hindek zimanzanistvan zimanê Korêyî zimanekê tek û tenê dibînin ko çi zimanên dî wekî wî nîne.

Piştî belavbîna gotara Ramstedtî li sala 1926ê, gelek zimanzanistvan gehiştin wê baweriyê ko zimanê Korêyî zimanek ji malbata zimanên Altayî an nêzîkî zimanekê Pêş-Altayî ye. Zimanê Korêyî gelek saloxetên hevpişik digel zimanên Altayî hene. Korêyî li hindek zimanên Tirkî gelek nêzîk e.

Hindek lêkolan wekhevî dinavbera Korêyî û zimanê Japonî da dîtine. Hidek ji wan berdanaye (proposed) ko ev herdu ziman wekî zimanên malbata Altayî an zimanekê cida yê girêdayî hev bin.