Zimanî tacîkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zimanî Tacîkî (be Tacîkî: Забо́ни Тоҷикӣ́, Zaboni Toçikī) zimanêk e ke Tacîkekan qisey pêdeken û zimanî fermîy wilatî Tacîkistan e.[1]

Elfûbê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Elfubêy tacîkî

Bo nûsînî zimanî tacîkî sûd le Elfubêy kîrîlî werdegîrêt.

Helsengandin legel Zimanî Farsî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Egerçî zimanî Tacîkî û zimanî Farsî her dûkyan dirêjey zimanî Farsîy Derîn in belam zimanî Tacîkî hendêk taybetmendîy terxankirawî xoy heye ke debête hoy ciyabûnewey le zimanî Farsî; lewane:

Bizwênekan[2][biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zimanî Farsîy Derî 8 bizwênî hebûwe (a, i, u, û, ā, ī, ū, ē, ō) belam êsta zimanî Tacîkî û Farsî 6 bizwênyan heye; Tacîkî (a, i, u, o ,e, ů) û Farsî (a, e, o, â, i, û).
  • Le zimanî Farsî da dû bizwênî "ē" û "ō" "y Farsîy Derî (yêy mechûl û wawî mechûl) bûnete dû bizwênî dirêjî "ī" û "ū" belam be pêçewaney zimanî Farsî le zimanî Tacîkî da dû bizwênî dirêjî "ī" û "ū" bûnete dû bizwênî kurtî "i" û "u".
  • Le zimanî Tacîkî da bizwêne kurtekan (a, i, u) wekû xoyan mawnetewe belam le zimanî Farsî da bûnete (a, e, o).
  • ây zimanî Farsî ke le āy zimanî Farsî Derî kewtûwetewe le zimanî Tacîkî da bûwete 'o'.

Nebziwênekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Le zimanî Farsî da ciyawazîyek le nêwan dû pîtî "ğ" û "q" (tenya le zarawey Têhranî) niye û em dû pîte wekû yek godekirên belam le zimanî Tacîkîda em dû pîte le yekdî ciyadekrênewe û derbirînî taybet be xoyan heye.

Wişekan[2][biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Leber ewey ke zimanî Tacîkî le şwênêk qisey pêkirawe ke be zimane Êraniye rojhelatîyekan û zimane Turkiyekanî Asyay nawendî nizîk bûwe, kewtûwete jêr karîgeriy em zimanane; her boye le zimanî Tacîkî da wişey wa heye ke le zimanî Farsî da nîye yan zor kem be kar dêt, lewane: kûrşebperek, fûtbalbaz, çaycûş, pananc, neẍz, kelan û htd..

Wişegelêkî zorîş le zimanî Rûsî wergîrawe ke bûwete hoy pitewbûnî wişekanî Tacîkî le biwarekanî zanist, komelayetî, çand û htd..

Perawêz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Yasay binerretiy tacîkistan, ji orîjînalê di 25 gulan 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 hezîran 2012
  2. ^ a b ارانسکی، زبانهای ایرانی

Serçawekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ارانسکی، یوسیف. زبانهای ایرانی، چاپ دوم. تهران: چاپخانۀ توکلی، ١٣٨٦، صص ٢٩، ١١١، ١١٢ و ١١٣ ISBN 964-6961-24-X
  • Wîkîpîdyay farsî

Bester bo derewe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]