Here naverokê

Tacîkistan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ҷумҳурии Тоҷикистон
Jumhurii Tojikiston

Komara Tacîkistanê
Tacîkistan

Ala

Nîşan
Sirûda netewî: Surudi Milli
Agahiyên gelemperî
PaytextDuşenbe
Zimanên fermîTacîkî
Zimanên nefermîRûsî
Serokdewlet
Serokwezîr
Emomalî Rahmon (ango: Emamelî Rehman)
Oqil Oqilov
DiravSomoni (TJS)
DemUTC +5
Koda telefonê+992
Nîşana înternetê.tj
Rûerd û Gelhe
Rûerd
Giştî
143.100 km²
Gelhe6.127.000 (2000) kes
Serxwebûn
Serxwebûn9ê îlona 1991

Tacîkistan welatekî Asyaya Navîn e. Serbajarê Tacîkistanê Duşenbe ye. Li 25 kanûna pêşîn 1991ê de Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bela bû û Tacîkistanê serxwebûna xwe ragihand. Tacîkistan di nava hişkatiyê de dorpêçayî ye. Rûbera wê 143,100 km² e û gelheya wê nêzî 10,000,000 e. Li başûrê bi Efxanistanê, li bakurê bi Qirqîzistanê, li rojhilatê bi Çînê û li rojavayê bi Uzbekistanê re hevtixûbe.

Ev dewlet ji çar parêzgehan pêk tê ku piraniya xelkê wê tacîk in û bi zimanê farsiya tacîkî diaxivin. Bo cara pêşîn mela, ramanwer, perwerdekar, helbestvan û rojinbîrê kurd û bavê vejîna kurdan; Ehmedê Xanî(1650-1707), peyva TACÎK di Mem û Zîna xwe de aniye: "ev qulzuma rom û behra tacîk # hindî ku biken xurûc û tehrîk // kurmanc dibin bi xûn mulettex # wan jêkvedikin misalê berzex" Mem û Zîn: malikên 224-5. Mebesta Xanî ji Qulzuma Romê; deryaya reş û ji Behra Tacîk; deryaya Mezenderanê/Xezerê bûye; yanî tixûbê kurdistanê. Tacîk li vir bi wateya Faris e.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]