Çanda Berxwedan
Xuyakirin
Çanda Berxwedan kovareke xwerû bi kurdî bû, ku ji 50 rûpelên A4 pêk dihat û bi tenê li girtîgeha Trebzonê ji aliyê girtiyên PKK'yî ve dihate derxistin. Kovarê di sala 1997'an de dest bi weşana xwe kir. Hin nivîsên wê bi qasî ku karibin derxin derve di kovar û rojnameyên cur bi cur de hatine weşan. Ji ber ku zagonên dewleta Tirkiyeyê destûr nedida ku nivîsên bi kurdî ji girtîgehê derkevin, heta niha tu hejmarên wê yên ku derketine derve jî nîn e.
Îro gelek kesên ku bi kurdî dinivîsin û wekî nivîskar tên nasîn bi nivîskariya vê kovarê dest pê kirine.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |