Şaheng
Şaheng (mak, make) serkirdeya kewarê ye. Bikaranîna feremonan, rêvebirin û parastina kewarê pêk tîne. Di koloniya mêşhingivan de, tenê yek şahengek heye. Şaheng dibe ku rojê bi 1000-2000an hêk bike. Ji hêkên dolgirtî (bergirtî) yên şahengê, mêşhingivên mê, ji hêkên bêbergirtî yên wê jî mêşhingivên nêr çêdibe. Derziya wê heye, lê ji ber ku laşê we pir gir û qelew e, derziya wê kin e û nikare bi kesî pê vede. Şaheng ji hêkê 16 rojan de derdikeve. Şaheng û karker ji aliye genetîkê de wekî hev in, lê dema ji hêk derdikeve û dibe kurmik, kurmika wê bibe şaheng, 5 roj bi şîrmêş tê xwedîkirin. Şîrmêş ji aliyê karkeran ve te çêkirin. Karker çavika ku wê şaheng te da têbigihîje, ji çavikên din ên şaneyê mezintir çêdikin. Temenê şaheng navbera 3 û 5 salan e.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Şaheng hêk berdide nav çavika şaneyê.
-
Çavika hêka wê bibê şaheng ji çavikên karkeran girtir e. Di wêneyê de sê çavikên gir ji boy çêbûna şahengan e. Çavikên din ên girtî, çavikên mêşhingivên karker in.
-
Kurmikên wê bibin şaheng, bi şîrmêş tên xwedîkirin.
-
Karker mêşhingiva şahengê xwedî dikin û wê diparêzin, şaheng di nav karkeran de dixuyê
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre][1] Zanyariyên hê pirtir, li ser mêşhingivan
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]http://www.nationalgeographic.com/animals/invertebrates/h/honeybee/
https://www.wired.com/2015/09/royal-jelly-isnt-makes-queen-bee-queen-bee/
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |