Şal û şapik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şal û şapik navê cil û bergên resen ên mêrên kurd e. Wek nav jî destnîşan dide, ev cil û berga mêrên kurd ji du beşan pêk tê: ji şal û şapikekî. Lê di bin şapikê gomlekeke spî yê bêbişkok jî li xwe dikin. Şekl û rengên şal û şapikê li gor herêm, ol û civak diguhêre û xwediyê taybetmendiyên cuda ne. Şal û şapik wek cil û bergên resen ên kurdan tê pejirandin û lewra bi giranî ji kurdên pîr an jî welatperwer tê li xwe kirin. Herwiha, şal û şapik cil û bergên resen ên aramiyan (keldanî û nestoriyaniyan) e jî.

Xuyakirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek hate gotin, şekl, reng û xuyakirina şal û şapikê li gor herêm û ol diguhêre. Şekl çiqas cuda be jî bila bibe, divê rengê her du beşan tim wehev be. Berê qumaşa şal û şapikê tenê bi dest û ji pirçikên bizinên mohayîr (mohair) hatibû çêkirin. Îro qumaşên nujên û prefabrîk jî têne bikaranîn.

Şal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şal ango şalwer gelek fireh e, bi taybetî şeqeya şalê. Wateya firehbûna şalan bi timî naye zanîn, lê îxtîmal heye ku eleqeya firehbûnê bi welatê çiyayî yên kurdan re heye: bi şalên firehtir meriv kare gavên meztir bike û lewra siviktir/bêzehmet hereket bike. Pûşiyek li dora qarçeyê wek kember tê girêdan û bi vî rengî sînora di nava şal û şapikê nîşan dide.

Şapik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li hemberî firehbûna şalê, şekl û xuyakirina şapikê teng û sist e. Car caran bi berik, car caran bi bişkok û car caran jî bi dir e. Herwiha, li gorî daxwazê xemilandinên wiha (û yên din jî) karin bên pê dûrandin. Mînakek: Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi giranî şapikên bi dir li xwe dike.

Wateya şal û şapik ji bo kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku wek cil û bergên resen ên kurdan tê qebûlkirin, şal û şapik perçeyeke girîng a nasnameya kurd e û kare wek cil û bergên neteweyî ya hemû kurdan bê hesibandin. Di sala 1945'an de dewleta romî ji ber heman sedemê li xwe kirina şal û şapikê qedexe kir û wiha xwest hebûna cilên neteweyî yên kurdan ji civaka rojane derxe. Pêşmergeyên ku ji bo rizgariya Kurdistana başûr li dijî rejîma Sedam Husseîn şer dikirin şal û şapik wek cilên leşkerî li xwe dikirin. Ev cara ewil bû ku şal û şapik wek 'cilên fermî' ya rêxistinekê hatin bikaranîn û di şer de ev cil û berg bi awayeke berfireh wek navnîşana hebûna gelê kurd hate bikaranîn. Mesûd Barzanî, serokê hikumeta herêma Kurdistanê, ji bo gelek hevdîtin û civînên navneteweyî şal û şapik li xwe dike û bi vî havî nasnameya kurd ji siyaseta navneteweyî re dide nîşan.

Îro şal û şapik ji nu ve dibe perçeyeka jiyana rojane. Êdî pir caran ciwan jî di rojên neteweyî û yên dîlanê de şal û şapik li xwe dikin. Lewra dukan û derzîkerên ku şal û şapik didûrin û difiroşin her ku diçin zêde dibin. Herwiha, dûrandin û kirîna şal û şapikan biha ye - û evya navnîşaneke din a bedewiya wê ya ji bo kurdan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Giredanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]