Here naverokê

Şal û şapik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şal û şapik navê cil û bergên resen ên mêrên kurd e. Wek nav jî destnîşan dide, ev cil û berga mêrên kurd ji du beşan pêk tê: ji şal û şapikekî. Lê di bin şapikê gomlekeke spî yê bêbişkok jî li xwe dikin. Şekl û rengên şal û şapikê li gor herêm, ol û civak diguhêre û xwediyê taybetmendiyên cuda ne. Şal û şapik wek cil û bergên resen ên kurdan tê qebûlkirin û lewra bi giranî ji kurdên pîr an jî welatperwer tê li xwe kirin. Herwiha, şal û şapik cil û bergên resen ên aramiyan (keldanî û nestoriyaniyan) e jî.

Wek hate gotin, şekl, reng û xuyakirina şal û şapikê li gor herêm û ol diguhêre. Şekl çiqas cuda be jî bila bibe, divê rengê her du beşan tim wehev be. Berê qumaşa şal û şapikê tenê bi dest û ji pirçikên bizinên mohayîr (mohair) hatibû çêkirin. Îro qumaşên nujên û prefabrîk jî têne bikaranîn.

Şal ango şalwer gelek fireh e, bi taybetî şeqeya şalê. Wateya firehbûna şalan bi timî naye zanîn, lê îxtîmal heye ku eleqeya firehbûnê bi welatê çiyayî yên kurdan re heye: bi şalên firehtir meriv kare gavên meztir bike û lewra siviktir/bêzehmet hereket bike. Pûşiyek li dora qarçeyê wek kember tê girêdan û bi vî rengî sînora di nava şal û şapikê nîşan dide.

Li hemberî firehbûna şalê, şekl û xuyakirina şapikê teng û sist e. Car caran bi berik, car caran bi bişkok û car caran jî bi dir e. Herwiha, li gorî daxwazê xemilandinên wiha (û yên din jî) karin bên pê dûrandin. Mînakek: Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi giranî şapikên bi dir li xwe dike.

Wateya şal û şapik ji bo kurdan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku wek cil û bergên resen ên kurdan tê qebûlkirin, şal û şapik perçeyeke girîng a nasnameya kurd e û kare wek cil û bergên neteweyî ya hemû kurdan bê hesibandin. Di sala 1945'an de dewleta romî ji ber heman sedemê li xwe kirina şal û şapikê qedexe kir û wiha xwest hebûna cilên neteweyî yên kurdan ji civaka rojane derxe. Pêşmergeyên ku ji bo rizgariya Kurdistana başûr li dijî rejîma Sedam Husseîn şer dikirin şal û şapik wek cilên leşkerî li xwe dikirin. Ev cara ewil bû ku şal û şapik wek 'cilên fermî' ya rêxistinekê hatin bikaranîn û di şer de ev cil û berg bi awayeke berfireh wek navnîşana hebûna gelê kurd hate bikaranîn. Mesûd Barzanî, serokê hikumeta herêma Kurdistanê, ji bo gelek hevdîtin û civînên navneteweyî şal û şapik li xwe dike û bi vî havî nasnameya kurd ji siyaseta navneteweyî re dide nîşan.

Îro şal û şapik ji nu ve dibe perçeyeka jiyana rojane. Êdî pir caran ciwan jî di rojên neteweyî û yên dîlanê de şal û şapik li xwe dikin. Lewra dukan û derzîkerên ku şal û şapik didûrin û difiroşin her ku diçin zêde dibin. Herwiha, dûrandin û kirîna şal û şapikan biha ye - û evya navnîşaneke din a bedewiya wê ya ji bo kurdan e.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]