Şorbeya mirîşkê
Xuyakirin
Şorbeya mirîşkê, avsîra tûtikê, şorbeya kergeyê, germiya mirîşkê yek ji şorbeyên navdar e ku di pêjgeha kurd de herwiha cihê xwe girtiye.
Ferhengok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Balûk an balûl, ji paşiya mirîşkê re dibêjin, anûsa mirîşkê
- Tûtîk, kerge, mirîşk hevwate
- Mirîşka avî, mirîşka reş, mirîşkbejik ûêd cureyên vê ajalê ne
- Dîk, heke, dîkil, kelebab, keleşêr hevwate ne, mirîşkên nêr in
- Cûcik, lîçik, leyîr, çêçik, çîçik, çêlikên ajalên malê
Berkeliya (melzemeyê) şorbeya mirîşka ya Semsûrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2 SA (stekana-qedeha avê) ard (arvan)
- 2-3 dd (dendik) sîr
- 150 gr ji singê mirîşkê
- 1 hêk
- Sirke
- 1 SA mast
- Xwê (solin)
- Îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Quşxaneyê bînin, mast û ard berdinê. Hêkê biçelpînin nava mast, 3-4 SA avê berdin ser. Goştê mirîşkê yê hûrkirî û sîra kutayî tevlî bikin, bikelînin.
Kel bidawî bû rûnê nivîşk û sirkeyê tevlî bikin. Îsota tûj û xwêyê jî pê werbikin, bînin ser destexaneyê (sifre).
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |