Quşxane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Quşxane

Quşxane an jî qoçxane, beroş amana kelandinê yê. Ji gelek lajwerdan û bi gelek awayan tên çêkirin. Di kurdî de navê vê amanê yê sereke quşxane ye lê di zimanê kurdî de bo her cureyê wê navekê heye û ev bûye sedem ku li deverên Kurdistanê bi navên cuda bên navandin.

Cureyên quşxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • tavik: ji bo patina şorba û avgoştan bi kar tê û ji bafûn an çingo tê çê kirin.
  • Verok: Ji fîncanê mezintir quşxaneyan re tê gotin. Bo amadekirina çêncan, rûn qelînê bikêr e. Destikê wê heye yan jî du çepilkên wê.
  • Quşxane: Amana kelandinê ya standard e. Pirranî di destik an çepilkên wê hene.
  • Beroş: Quşxaneya kûr û hinekê mezin e. Bo malbatên nifûsa wan pirr in bikêr e. Herwiha bo xwarinên dîlan û şînê.
  • Qulpok, çelpik, qulpik, çepilk: Ji beroşê mezintir, ji sîtilê biçûktir e.
  • Sîtil: Ji beroşê mezintir, ji distê biçûktir e. Pirranî derxûna wê heye, lê ne mecbûrî ye.
  • Kilince: Ji cure quşxaneyên li ser agir tên dardekirin re tê gotin. Kilince berê di pêjgehan de gelek dihatin bikaranîn lê bi derketina argûnan ve hejmara wan kêm bû. Lewra di pêjgehan de agir dadan dijwar e. Dora wan ji ber alavê tenî digire.
  • Kokot: Quşxaneyên biçûk ên di dirûvê çira yan çaydanan de ne. Pirranî bo helandina rûn dihatine bikaranîn. Niha pirr kêm in.
  • Dist: Amana herî mezin a kelandinê ye. Herwiha dist an qazan bo armanceke din jî dikare bê bikaranîn.
  • Quşxaneya hilmê: Di nava hilmê de dikelîne. Ango hilma xwarinê nade yan kêm dide der.
  • Quşxaneyên nûjen: Ji bo armancên cuda ne.

Ji bo paqijkirina quşxaneyan a ji tenî û qilêra gemarî re sefarî tê gotin û kesên sefariyê dikin jî weke sefar tên bi nav kirin. Li hin deveran qelaçî jî dibêjin.