Çêkeçêk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çêkeçêk, Çêke çêke, yan çêk çêk navê piloreke kurdî ye, li Rihayê navdar bûye. Navê wê tirkîze kirine, bi navê çek çek türk bulamaci ji aliyê saziya patentê ya romiyan (tirk) ve wekî şîraniyeke tirkan hatiye patentkirin.

Berkeliya (melzemeyê) vê pilorê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) ard (arvan)
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) dims (mot)
  • 1 KX devtî (nîşa, nîşast)
  • 1 SA av

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Av û dimsê bidin ser agir. Di tas an badiyekê de ard û devtiyê baş tevbidin. Gava dims keliya viya berdin navê. Heger tîr bû, daynin. Heger hûn hinekê rontir dixwazin avê tevlî bikin, heger tîrtir dixwazin devtiyê.