Çavmark

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çavmark
Asparagus plumosus
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Monocots
Kom: Asparagales
Famîle: Asparagaceae
Cins: Asparagus
Melajo, meroje yan kilig bo xwarinê amade ye

Çavmark[1], meroje[1] an jî melajo (navê zanistî yê latînî Asparagus) navê komek riwekan ji famîleya çavmarkan (Asparagaceae) ye. Pincareke biharê ye. Li Kurdistanê jî heşîn dibe.

Li dora 100 cureyên wê hene, lê li Ewropa û Asyayê nêzîk 15-20 cure tên dîtin. Pirranî li Afrîkayê heşîn dibe.

Gelo bo ganecaniyê (seks) bikêr e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di axa dewlemend de aj dide. Ji aliyê vîtamînên C, A û B1, B2 ve baş e. Li Serhedê û gelek deveran pirr tê zanîn, avsîra wê jî tê çêkirin.

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de cihê wê girîng e, dibêjin performansa seksê zêdetir dike. Lê xebat û lêkolînên zanistiyê nînin, hebin jî em nizanin.

Hin ji cureyên wê yên navdar in[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibe ku di ferhenga kurdî de bi navên din hatibin binavkirin. Ji dirûvê wan û binavkirinên zimanên din, hin ji melajoyan ev in:

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê , Zana Farqînî