Çerxe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pêçkeyek ji darê
Çerxeyên firxûnan, çerxeyên erebeyên hespan
Çerxeyên topan

Çerxe alava çemberî ya veguhastinê pêk tîne û di amûrên veguhastinê de tên bikaranîn e. Çerxe navê giştî ye, lê di zimanê kurdî de ji bo formên wê, binavkirinên cuda tên bikaranîn. Çerxeyên nûjen gorî armanca bikaranînê gelek formazad in.

Çerxe, ji wan çerxeyên ku nava wan bi giştî ne dagirtî ne, çembera dorê li şivikan birêkûpêk hatine danîn re dibêjin. Pirr berê ev form belav bûye, di kişandina topan, erebeyên hespan, erebeyên postageriyê ûêd de hatiye bikaranîn, ev navandin bûye navê giştî.

Cureyên çerxeyê, gorî forma xwe[biguherîne]

Li Bakurê Kurdistanê di bikaranîna navê çerxeyê de tevlîhevî hene, lewra her devokak gorî forma çerxeyê ya bikartînin, wê binavdikin, navandina xwe ji bo tevayê forman dibêjin. Formên sereke ev in:

  • Çerxe, bo mînak duçerxe, yên firxûnan, ên topan ûêd
  • Pêçke, berê di erebeyên gayan de dihate bikaranîn, herwiha çerxeyên trembêlan, frokeyan, erebokê destan ên nûjen hwd
  • Tot(ik), di forma kûrewî de, wekî guleyê ne, paldankên malê, erebokên gerînê yên pitikan ûêd, forma bîlyeyê
  • Dolav, çerxeyên herî prîmîtîv, ên di malê de bo veguhastina bar û daran tên bikaranîn, forma loxê de ûêd

Serpêhatiya çerxeyê[biguherîne]

Welatê çerxeyê Mezopotamya ye ku parek axa Kurdistanê jî dikevê. Ji vir nêzîkî 5 hezar sal berê dihatiye bikaranîn. Bi texmînî mirovan berê ji daran, ji kotanan ava kirine.