Îdeolojî

Ji Wîkîpediya

Îdeolojî (carina jî wek zimanê îngilîzî aydiyolocî tê bilêvkirin) coreyekê felsefeyeke siyasî an civakî ye ko hîmanên kiryarkî (praktîkal) zêdetir an jî bi qasî hîmanên hizirî giring û berçav in.

[biguherîne] Dîroka peyvê

Ev peyv cara pêşîn li sala 1796'ê ji aliyê Antoine-Louis-Claude, kontê Destutt de Tracyê hat bikaranîn, dema wî dixwest "Zanistê Bîrûbaweran" şirove bikit. Piraniya saloxetên ew jibo îdeolojiyan diyar dikit, hêşta jî derheqa piraniya îdeolojiyan da rast in. Ji wan saloxetan ev in: bîrdozeka pirûtêr ya civakê û siyasetê, bernameyeka siyasî û berhevkirin jibo xebateka seba bicihkirina wê programê, û berbînî an pêdvîtiya serkêşî an rêberiyeka siyasî û hizirî.