Îslam û Bingehên Hikûmetê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îslam û Bingehên Hikûmetê, berhema herî girîng yê Elî Ebderrezaq e, yek ji nivîskarên misilman ên destpêka sedsala 20an. Pirtûk bandora girîng li ser axaftinên li ser têkiliya dewlet û siyasetê di Îslamê de dike û wek bingeha demokrasî, mafên mirovan, sekulerîzm û laîsîzma cîhana îslamî tê dîtin.[1]

Nivîskar, alimekî Ezherê û dadwerê Dadgeha Îslamî ya El-Mensûra (ya Misirê), li ser bingeha kevneşopiya îslamê diyar dike ku xelîfeyên ku xwe ji hêla Xwedê ve bijartî didîtin, tenê bi alîkariya pêvajoyên siyasî derketine holê. Bi vî havî xelîfe rengê xwe yê olî wenda dike û dibe şeklê hikumetekê, yê ku bi destê mirov hatiye çêkirin. Vê teoriyê di destpêkê de gelek misilman û piraniya alimên qanûnî û olî yên îslamî şok kir. Elî Ebderrezaq hemû meqamên xwe winda kir û pirtûka wî hat qedexekirin. Xebat her weha xalên destpêkî yên balkêş di gengeşeyên heyî yên li hundur û derveyî cîhana îslamî ya derbarê demokrasî û mafên mirovan de radigihîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ebert, Hans-Georg; Hefny, Assem (27 tîrmeh 2021). «Der Islam und die Grundlagen der Herrschaft» (bi almanî). ISBN 978-3-631-59613-5.