Şîraniya devtiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şîraniya devtiyê (ji devtiyê re nîşa, nîşaste jî dibêjin) yan tene, yek ji şîraniyên pêjgeha kurd e.

Jê re teneşîr jî digotin, ango şiraniya tene - teneşîranî, lê ji ber ku teneşîr cihê miriyan e, yekê dilê xwe bigirta jî digotin, "heyran mirov bila teneyê bixwe, bila bimire". Amedî ji helîseya (lepe) bi pîvazê re jî tene dibêjin. Bi texmîni ev jî navê xwe ji şîraniya devtiyê digire. Tê zanîn ku kurd xwarinên pirr hezkirî û çêjdar bi navên şîraniyan bibîr tînin.

Wekî şîraniyeke herêma Amedê tê zanîn. Li parêzgeha Semsûrê di rûnbirêşkê de tê pijandin, paşê jî di nava rûn de tê sorkirin.

Bertevî (melzemeyê tevlîkirinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 SA (stekana-qedeha avê) dims (mot)
  • 1/2 SA rûnê malê yê bêxwê
  • 1 SA devtî
  • 1 SA av

Ravek (terîfe)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Av û dimsê tevlîhev bikin. Devtiyê berdin nava badiyekê û hêdî-girankî dimsê berdin navê, li hev bidin. Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin. Têkelê berdin nava rûnê qijilandi. Heya ku bu tene tene li hev bidin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).