Semsûr

Ji Wîkîpediya

Semsûr


(Adıyaman)

Welat Kurdistan (Bakur)
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Adiyeman (parêzgeh)
Serbajar Semsûr
Gelhe 329.060
Dem (UTC) UTC+2
Adiyeman districts ku.PNG


Nexşeya navçeyan

800px-Turkey districts Semsûr (navçe) ku.PNG


Navçeya Semsûrê

Malpera bajêr


Semsûr (bi tirkî: Adıyaman) navçe û serbajarê parêzgeha Adiyemanê ye ku dikeve Bakurê Kurdistanê. Semsûr di nav sinorên komara Tirkiyê de ye. Çaxa Osmanîyan navê xwe Hisnê Mensûr (tr: Hısn-ı Mansur Sancağı) bû.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Erdnîgarî û sînorên Bajêr

Bajar di nav parelelên 37° 25' û 38° 10' bakur û merîdiyenên 37° 25' û 39° 15' rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Melediyê, li rojava bi Meraşê, li başûr bi Ruhayê, li rojhilat bi Amedê u rojavayê başûr ji Eyntawê ra tê girêdan.

[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda bajêr 7.614 km² ye. Belavbûna erdê li gora şeklê ser erdê wiha ye: deşt ji % 10,7, zozan ji % 3, plato ji % 34,1 û çiya ji %52,2. Ji % 88 yê gel bi çandinîyê re mijûl dibe. Li herêmê genim, fistiqên şamî, tirî û titûn herî pirtir tên çandin.

[biguherîne] Avhewa

Li bajêr avhewa (îklîm) Behra Sipî serdest e. Havînan hewa germ û ziha û zivistanan jî sar û bi şilî û şepelî derbas dibe.

[biguherîne] Gelhe û navçeyên parêzgehê (1997)

  • Semsûr (navend) (bi tirkî: Adıyaman), 285.404 rûniştvan.
  • Bêsnî (Besni), 108.514 rûniştvan, pîvana erdê 1.649 km² ye. Navçe 37 km li rojavayê Semsûrê ye.
  • Çêlikan (Çelikhan), 19.697 rûniştvan, pîvana erdê jî 584 km² ye. Navçe 60 km li bakûrê Semsûrê ye.
  • Aldûş (Gerger), 27.072 rûniştvan, pîvana erdê 702 km² ye. Navçe 109 km li bakûrê Semsûrê ye.
  • Sergol (Gölbaşi), 60.138 rûniştvan, pîvana erdê 784 km² ye. Navçe 68 km li rojavayê Semsûrê ye.
  • Kolîk (Kahta), 126.597 rûniştvan, pîvana erdê 1854 km² ye. Navçe 30 km li rojhilatê Semsûrê ye.
  • Semîsad (Samsat), 11.691 rûniştvan, pîvana erdê 339 km² ye. Navçe 36 km li rojhilatê başûr ê semsûrê ye.
  • Sinciq (Sincik), 21.490 rûniştvan
  • Tût (Tut), 18.396 rûniştvan

Nifûsa herêmê bi tevahî (tevî gundan) 678.999 e.

[biguherîne] Çiyayên herêmê

[çiyaye bezar<1050< [Çiyayê Reş]] (1.115 m), Çiyayê Boz (1.200 m), Çiyayê Borik (2.110 m), Çiyayê Nemrûd (2.150 m), Gordik (2.206 m), Dîbek (2.549 m), Çiyayê Spî (2.551 m)

[biguherîne] Deştên Herêmê

Deşt li heremê kêm in, tenê deşta Kaxta (Kolik) û Semsûrê mezinbûna wan digihîje 800 km² yê.

[biguherîne] Çem û gol

Ferat, Sofraz, Kaxta û Aqsû çemên herî mezin in ku li herêmê diherikin. Li herêmê tenê çar golên biçûk hene. Di wan golan de mehsî jî tên girtin. Golbaşî an Sergol (5 km²), Azaplî (4 km²), Îneklî (3 km²), Abdulherap (2,5 km²).

[biguherîne] Serwetên bin erdê

Madenên herî pir ku li herêmê ji bin erdê dertên; sifir û krom in. Van salên dawiyê li herêmê damarên petrolê jî hatine dîtin.


[biguherîne] Babetên heywanan

Nifûsek mezin li bajêr haywanan xwedî dikin. Ji bilî heywanên kedî, di nava hudûdên herêmê de berazên kovî, werdekên kovî, û qazên kovî jî li dora golan peyde dibin. Ji bo nêçîra kewan herêm pir musaîd e.

[biguherîne] Ol û civak

Piraniya nifûsê misilman e , pir kêm xiristiyan jî hene. Kurd (zaza û kurmanc) piraniya gelheyê (nufûs) tînin pê. Wekî din tirk jî li herêmê pir kêm hene.

Bi taybetî gelê Semsûr ê nûfûsa wê sedî re 15 Elewî ne, siniyên wan jî henefî ne.

[biguherîne] Xwarinên herêmê

Kutilkên dagirtî, Çîgê goşt(çiğ köfte), nahna kifte, kifta bi mast xwarinên herêmî e ku yên herî pir tên xwarin li herêmê. Parsûyên dagirtî, parsûyên vale, Şorbe meyr, dew li ser, tevlihev,hewrişk,şilikî, hesîde, Cemêlî, ardemot, kuncemot, tophelwa,mencik, bostanî,Cacixa pirparê(Ew gelek meşûre û teybetî Semsûrê ye, dançîgî nîskan, gêrmiya mirîkê, tirşikê balcana,Qulotik,pehnkî,tirşikê kulindira, cacixê qişikan, qatmê siwaran, qatmê sîrîm, qatmê pincêr.sîre mast, tirşikê qalikan, qêyxane.

[biguherîne] Kincên herêmê

[biguherîne] Ciyên turîstîk û gerê

Ji alî tarîxê ve bajar pir dewlemend e. Çiyayê Nemrûdê ciyê herî pir naskirî ye ku turîst ji her deverên dinyayê tên û çiya ziyaret dikin. Ciyên wek Golbaşî, Orenli û Başpinar jî ji bo ger û seyranan musaîd in. Wekî din; Girê Qereqûş, kelha Kolikê, Arsemiya, Perre (bajarekî antîk ku di demê Komeganyan de mayî ye, 5 km dûrî bajêr li aliyê bakûr ve), Dêrik (kelheyek li Gergerê) Şikefta Palaniyê, Goristana Turişê (di demê Roma yê de maye, goristan hemû li berên qewirî pêkhatine.) Kelha Hisni mansûr ê, Pira Cender ê, Kaniya zerban ê, ava sipî û hwd...

[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr

Hisn Mensûr (Kela Mensûrê) navê herî kevn ê bajêr e. Piştî avabûna Cumhuriyeta Tirkiyê navê bajar bû Adiyaman. Bi kurdî jê re dibêjin Semsûr. Wekî din çend navê wê yên ku pir nayên zanîn hene weke: Kor Semsûr, Wadî leman, Yadîyeman. Ji gor balekê jî di mehna welatê dayîkê de tê gotin ku "Ya-dê-ya-min".

Berî Îsa(zayîn)

  • 1650-1340 Dema Hîtîtiyan
  • 1340-1000 Dema Mitanî û Hûriyan
  • 1000-708b Hukumdariya Kummuh
  • 708- 605 Hukumdariya Asûriyan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 72-395 Împaratoriya Romayiyan
  • 395- 636 Dema Bîzansiyan
  • 670- 758 Dema Emewiyan
  • 1226 Dema Selçûkiyan
  • 1517 Dema Osmaniyan



 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Bane | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsim | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Gurgum | Hesîçe | Hewlêr | Îlam | Îdir | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Nisêbîn | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Qoser | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Xoy | Zaxo



 
Bajarên Komara Tirkiyê
Nexşeya bajarên Komara Tirkiyê

Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Xetay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce