Şahînê Bekirê Soreklî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şahîn Soreklî hat beralîkirin)
Şahînê Bekirê Soreklî
Şahînê Bekirê Soreklî (2015)
Jidayikbûn1946 (77–78 salî)[1]
Mezrê, Kobanî, Sûrî
PîşeNivîskar, rojnamevan
PerwedeZanîngeha Maquireyê
Xelat
biguhêreBelge

Şahînê Bekirê Soreklî , nivîskar û rojnamevanekî kurd e ku niha li Awistralyayê dijî. Ew di sala 1946an de li gundê Mezrê li devera Kobanîyê li Rojavaya Kurdistanê ji dayîk bû. Ji dawiya meha 10emîn ya sal 1968 ve li Awistralya bi cîh bûye. Di navbera salên 1974 û dawiya 1977an de li Zanîngeha Maquireyê xwendiye. Ji sal 1978 ta dawita sal 2014 bo wezareta perwerdeya herêma Walesa Başûrê Nû di kar de bûye. Sal 1979 bûye serokê yekem rêxistina Kurdî li Awistralya û ji bo şeş salan serdariya rêxistinê kiriye. Di nav salên 1982-1983 an de, bernameyek radyoy ya hefteyî bi zimanên kurdî û înglizî li ser radyoya 2SER FM diweşand. Ji sal 1985 ta nîvê sal 2015 birêveberê bernameya kurdî bûye, di Radyo ya SBS ya awistralî de (Servîsa Weşanên Taybet). Bi dehan çîrok, gotar û helbestên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin[2].

Nivîskarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîskariya Şahîn di salên 1970yan de li Sîdney dest pê kir. Yekem nivîsar û gotarên wî bi zimanê înglizî bûn. Dû re çend berhemên bi Erebî û Almanî jî nivîsandin. Dawiya salên 70yan rojname, kovar û pirtûkine bi zimanê kurdî ji Ewropayê gihîştin wî. Bi encama xwendina wan û bandora edebiyata almanî li wî, dil xwazt bi kurdî binivîsîne (wek ew dibêje), bi taybetî dema wî çîrokên ligor asta demê û zimanên din di nav yên Kurmancî de nedîtin, lê kêşeya li pêş ew bû ku wî bi zimanê makî perwerde nedîtibû, wek hemî Kurmancan; divabû xwe fêrî rêzimaniya kurdî bike. Şahîn çend berhemên gramera Kurmancî ji dostan bi dest xistin, yek ji wan ji hinek jimarên HAWARê pêk dihat, ji birêz Hemreş Reşo li Almanya. Şahîn xwe bi dirêjiya mehan, her ku fersend hebû, da ber xwefêrkirina rêzimaniya Kurmancî û xwendina berhemên di dest de hebûn. Zanibûna bi rêzimaniyên Înglizî, Almanî û E’rebî meraqa li rêzimaniya Kurmancî û rastnivîsê li nik wî zêdetir kir.

Berhemên wî yên destpêkê helbest, gotar û kurtechîrok bûn. Ji berhemên çîrokî wî di nav hefteyên dawîn yên sala 2018 de beşên ji naveroka 39an danîn ser malpera xwe ya Facebookê.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek ji kurteçîrokên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mirina Xezalekê (1981)
  • Rojek ji Jiyana Mistê kurê Salha Temo (1982)
  • Kombûna Pêxemberan (1983
  • Kujtina Du Mirovên Belengaz (1983)
  • Azadbûna M. K (1984)
  • Hindiyên Sor (1984)
  • Vegera malê (1986)
  • Namûsa Êmo (1986) - Kurteroman
  • Hîn Hebû Hêvî (1987)
  • Henry Armstrong Chû Cengê (1987)
  • Çivîk ji ser daran ketin
  • Nedî û Danestan (1988)
  • Rêwiyê Mirî (1988)
  • Karl Federmann (1990)
  • Payîz (1992
  • Kujtina Rojê (1993)
  • Kûto (1993)
  • John Hyde (1994)
  • Firrîn (1996)
  • Pisîk jî Xewnan Dibînin (1996)
  • Xwekujtina Nameyekê (1996)
  • Afrîkayê Ma Te Dît (1997)
  • Rojîn (1999)
  • Parsger (1999)
  • Xweziya Ne Mirov bûma (1999)
  • Shkeft (2000)
  • Stemkarî û Hestên Tawanê (2000)
  • Mebesta Chîrokê (2002)
  • Bi Navê Xwedê (2006)
  • Profesor û Rîhrengîn (2007)
  • Hosteyê Koshka Hilweshiyayî (2008)
  • Telefonkirineke Janafer (2008)
  • Pîvaz (2008)
  • Xizanî (2008)
  • Xewnekê Bifroshe Min (2000?)
  • Zarok û Dar (2013)
  • Pira Hilweshiyaî (2015)
  • Ya Shamî û Rojên Demê (2015)
  • Kobanî û Kalê bi ber Leheya Tofanê Ketî (2017)

Hinek ji berhemên Shahînê Bekirê Soreklî yên wek pirtûk hatinî weşandin:

- Kurd, Cîhan, Jîyan: 252 Gotarên bi mijarên ji dîroka me ya nûjen û rûdanên li Rojhilatê Navîn û cîhanê 1990-2020. Weşanên Pîrê, Viyena, 10/2021 - 55 Çîrokên 38 Salan: Kurteçîrok, Weşanxaneya Ava, Hewlêr/Kobanî: 2020 - HELBESTÊN JI DIL: Helbest, Weşanxaneya Şemal, Stenbol, 2019. - NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE – Pexşan û kurteçîrok (128 rûpel): DO, Stenbol, 2009. - VEGER – Roman: Çapa 3yemîn: SerSera, Berlîn, 2019; Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014. Çapa 1emîn: Yeketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006. - WENDABÛN – Roman: Çapa 3yemîn: SerSera, Berlîn, 2019. Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014. Çapa 1emîn: Enstîtuya Kurdî ya Bonn û Verlag für Kultur und Wissenscahft, Bonn, 1987. - ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN - Komeke ji kurteçîrokan (296 rûpel): DOZ, Stenbol, 2005. - PISÎK JÎ XEWNAN DIBÎNIN - Komeke ji kurteçîrokan (127 rûpel): LÎS, Diyarbekir, 2004. - NAMÛSA ÊMO - Komeke ji çîrokan (112 rûpel): Haykurd, Stockholm,1994. - Hinek ji çîrokan dikarin wek kurteroman bihên binavkirin, wek Namûsa Êmo, Azadbûna Mehmet Karataş û hinekên din. - ŞEREFA WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM – Romana nivîskarê almanî yê navdar Heinriç Böll (139 rûpel) – Wergerandina ji almanî bo kurdî: ŞBS – NÛDEM, Stockholm, 1997. - JANA HEFT SALAN – Helbest (155 rûpel): Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Brûksel, 1990. - Nivîsandina destana Dewrêşê Evdî, wekî ku Baqî Xido gotibû, edîtekirina naverok[ û tomarkirina berhemê bi dengê xwe li ser DVD: SBS, Sydney, 2004. - Dû re derxistina destanê wek pirtûk: Çapa 1em: SerSera, Berlîn, 2019. Çapa 2yem: Weşanxaneya Şemal, Stenbol, 2019.}}

Hinek ji berhemên Shahînê Bekirê Soreklî yên wek pirtûk hatinî weşandin:

  • Kurd, Cîhan, Jîyan: 252 Gotarên bi mijarên ji dîroka me ya nûjen û rûdanên li Rojhilatê Navîn û cîhanê 1990-2020. Weşanên Pîrê, Viyena, 10/2021
  • 55 Çîrokên 38 Salan: Kurteçîrok, Weşanxaneya Ava, Hewlêr/Kobanî: 2020
  • HELBESTÊN JI DIL: Helbest, Weşanxaneya Şemal, Stenbol, 2019.
  • NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE – Pexşan û kurteçîrok (128 rûpel): DO, Stenbol, 2009.
  • VEGER – Roman: Çapa 3yemîn: SerSera, Berlîn, 2019; Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014. Çapa 1emîn: Yeketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006.
  • WENDABÛN – Roman: Çapa 3yemîn: SerSera, Berlîn, 2019. Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014.  Çapa 1emîn: Enstîtuya Kurdî ya Bonn û Verlag für Kultur und Wissenscahft, Bonn, 1987.
  • ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN - Komeke ji kurteçîrokan (296 rûpel): DOZ, Stenbol, 2005.
  • PISÎK JÎ XEWNAN DIBÎNIN - Komeke ji kurteçîrokan (127 rûpel): LÎS, Diyarbekir, 2004.
  • NAMÛSA ÊMO - Komeke ji çîrokan (112 rûpel): Haykurd, Stockholm,1994.
  • Hinek ji çîrokan dikarin wek kurteroman bihên binavkirin, wek Namûsa Êmo, Azadbûna Mehmet Karataş û hinekên din.
  • ŞEREFA WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM – Romana nivîskarê almanî yê navdar Heinriç Böll (139 rûpel) – Wergerandina ji almanî bo kurdî: ŞBS – NÛDEM, Stockholm, 1997.
  • JANA HEFT SALAN – Helbest (155 rûpel): Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Brûksel, 1990.
  • Nivîsandina destana Dewrêşê Evdî, wekî ku Baqî Xido gotibû, edîtekirina naverok[ û tomarkirina berhemê bi dengê xwe li ser DVD: SBS, Sydney, 2004.
  • Dû re derxistina destanê wek pirtûk: Çapa 1em: SerSera, Berlîn, 2019. Çapa 2yem: Weşanxaneya Şemal, Stenbol, 2019.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyena Nivîskar Şahîn Bekir Soreklî Xelat Kir". VOA. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/05022021

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]