Jan Dost

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Jan Dost

Jan Dost (جان دۆست) romannivîs, helbestvan, wergêr, û nivîskarekî kurd e.

Ew di 12'ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.

Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. her weha li Tirkiyê jî li ser sehneyê hate lîstin. ji bilî wê çîrokê, jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefilmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.

Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di qûncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an vir ve nivîsaran dinivîsîne

Jan Dost ji sala 2000î de li Elmanyayê dijî û ji Adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Berhemên wî

[biguherîne] Roman

[biguherîne] Helbest

  • Kela Dimdim, Destan . weşanên Rewşen û Melsa 1991 Bonn-Istembol. Çapa çaran: Avesta- Istembol havîn 2011
  • Sazek ji çavên Kurdistan re أغنية لعيني كردستان, Helbest bi kurdî û erebî. 1994. Sûrya
  • Dîwana Jan. Helbest. 2010. Semakurd. Dubai
  • Dîwana Jan. Helbest. 2012. Avesta. Istembol

[biguherîne] Werger û lêkolîn

  • Mem û Zîn bi erebîمم و زين çapa 1 Şam 1995. ilegal, çapa 2 Beyrût 1998, çapa 3 Dihok 2006, çapa 4. Şam. sibat(reşemeh= reşemî). 2008
  • şiir we şueraa شعر و شعراء - مختارات من الشعر الكردي القديم و المعاصر pirtûkek biblografî li ser helbestvanên kurd yên kevn û nû. 1991 sûrya
  • Mehabad ber bi olimpiyada xwedê de - Istembol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî. weşanxana Avesta
  • Bedayiulluxe بدائع اللغة ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.Sûrye. çapa ilegal
  • Elhedîqe el Nasiriyye الحديقة الناصرية في تاريخ و جغرافيا كردستان wergerandin ji farsî, bi erebî weşanxaneya Aras Hewlêr 2002
  • Sirûda baranê, helbestên Bedir elseyyab wergerandin ji erebî. istembol Avesta1995
  • El Durr El Semîn fî şerhî Mem we Zîn الدر الثمين في شرح مم و زين werger û şiroveya Mem û ZînaEhmedê Xanî bi zimanê erebî. Dihok weşanxaneya Spîrêz 2006.
  • Mem û Zîn bi kurdiya îro. Avesta. istembol. 2008
  • Adatul-Ekrad. رسالة في عادات الأكراد وتقاليدهم. kitêba Mela Mehmûdê Bayezîdî: adat û risûmatnameê Ekardiye. Abû Dabî. 2010.
  • Adat û Risûmatnameê Ekradiye. kitêba M. Bayezîdî. wergerandina bi ser tîpên latînî ve û ravekirin. Weşanxaneya Nûbihar. Istembol. 2010
  • Mem û Zîn. şirove û bi kurdiya îro. Avesta Istembol 2010.
  • Ferhenga Kurdistanî. kurdî/kurdî. Nûbihar. Istembol. 2010.

[biguherîne] Medya û Rojnamevanî

[biguherîne] Kovar û Rojname

  • Torevan. Edîtor. Sûrî. 1986-1987
  • Welat, Welatê Me û Azadiya Welat. Nûner û nivîskar. 1992-2002
  • Avesta. Edîtor. Almanya. 2000-2002
  • Pêl. Edîotr. Almanya 2003
  • Diyarname. Qunciknivîs
  • Hecelname (حجلنامه ). Edîtor. Siwêd. 2003-2005

[biguherîne] Tv`yên ku bi wan re xebitiye

  • Medya Tv. 2001-2002. Bruksel. Nûçxwan û bernamevan
  • Zenûbya Tv. Bruksel. 2009-2010. Nûçxwan û bernamevan

[biguherîne] Fîlm

  • Mistek ax. ev çîroka jan Dost ji hêla derhênerê kurd Şiyar Ebdî bû kurte filmek

[biguherîne] Şano

  • Çîroka xewna şewitî ku xelata yekemîn di pêşbirka çîroka kurdî li sûriyê sala 1993 an wergirt, li Tirkiyê û kurdistana bakur bû şano û li ser sahneyê hate lîstin.

[biguherîne] Girêdanên derve

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din