Şerê Gaugamelayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şerê Gaugamelayê, şerê di nava îskenderê mazin û Darîûsê sêyemin de ku di sale 331´ê de bûya ya. Ji vî şerî re tê gotin "şerê Arbela" jî. Di vî şerî de, tê gotin ku îskenderê mazin tê herêmê û bi artişa mazin ya pers ku sê qatî wî mazin a, bi wê re dikeve cengê de û wê têk dibe. Di vî şerî de tê ser ziman, ku artişa îskender bi serkevtîya.

Cihê ku lê şer bûya[biguherîne]

Cihê ku lê şer bûya, li başûrê kurdistanê ya. Ev şer weke "şerê hewlêrê" û ankû "şerê Arbela" j tê bi navkirin. Ji hewlêrê dema ku çûyîna bi ber Musilê de dibê, ku zêde ji hewlêrê dûrketin nebûyî, cihê ku ew şer û ceng lê bûya heya. Lê ew herêma ku ´şerê gawgamala´, herêma ku lê bûya, di nava sînorê hewlêrê roja me de dimêne. Ji xwe, berê ji vî şerî re hatîya "şerê Arbela". Arbela´ navekî hewlêrê ya ku heta roja me jî, car bi car bi rengê "erbîl" jî hatîya gotin û ser ziman.

Şerê Hewlêrê[biguherîne]

´Şerê hewlêrê´ û ankû ´şerê gawgamala´, şerekî di nava hêzên darîûsê sêyem û îskenderê mazin de ya. Ev şer, di wê de, bahse gelek taktikên şer tên ku kirin ku Îskender bi hanîya û bi wê re bi hêzeka piçûk li ber hêza persî ku sê qatî ya bûya bi serketîya. Tê gotin ku piştî ku artişa îskender sazûmana artişa darîûsê sêyem şikand, piştre êdî ket şer de û êdî ew têk bir.

Dawîya darîûsê Sêyem[biguherîne]

Darîûsê sêyem, piştî ku tê gotin ku artişa wî ket zorê de, êdî ji qada şerê ravî hat û hat qasrê. Piştre jî, li qasrê ji aliyê çend mirovên ku li cem wî bûn ve di qasrê xwe de hat kuştin.

Piştre rewş[biguherîne]

Piştre rewş, xirab dibe bo persan jî û kurdan jî. Êdî kurd û pers, tê gotin ku bo ku têkçûnaka pirr mazin nexwûn, wê xwe li çîyayê Zagrosan bigrin. Piştî wê re, wê artişa îskender herê biser wan de. Lê Çend ku artişa îskender, diçê bi ser zagrosan de, wê hertimî windahîyan bide û wê têkçûnê nikaribê bi wan bide jînkirin. Devereka ku ji wan du deverên ku şikeştin bi îskender re di vîna wî de bi wê re daye çêkirin jî ev de bûya.

Ji ber vê yekê, ew xwe sipartina kurd û persan li Çiyayê Zagrosan, bûya malê dîrokê. Kurdan, piştre, ji ber kirinên wî xadarî ku wî kirin, jê re gotin "zûrqarneyn" .[1]

Çavkan[biguherîne]