Îskenderê Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îskenderê Mezin
Navê rastî
Ἀλέξανδρος Γ' ὁ Μέγας Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn20 tîrmeh 356 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin10 hezîran 323 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Babîl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêGiraneta li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêÎskenderiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîKeyaniya Makedonî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
Meqam
Hevjîn
Partner
  • Barsine
  • Campaspe
  • Euxenippus
  • Bagoas
  • Hephaestion Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Alexandros IV of Macedon
  • Heracles of Macedon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Philip II of Macedon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Olympias Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Eurydice I of Macedon (paternal grandmother)
  • Amyntas III of Macedon (paternal grandfather)
  • Neoptolemus I of Epirus (maternal grandfather) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatArgead dynasty Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Împeratoriya Îskenderê Mezin
Şerê deşta Hewlêrê, li Gaugamelayê (dibe ku Tilgomela îroyîn be).
Îskenderê Mezin û hespê wî Bûsefal li şerê Îsosê. Kitekita Mozaîka Îskenderî ya Pompeiyê ya ku îro li muzexaneya arkeolojîk a Napoliyê tê dîtin

Îskenderê Mezin an jî Skenderê Mezin (bi yewnaniya kevn: Ἀλέξανδρος ὁ Μέγας, lat. Aléksandros ho Mégas; wek Îskenderê Gewre û Îskenderê Makedonî jî tê naskirin) Keyê Makedonyayê û di dîrokê de yek ji serdarên eskerî yên herî serkeftî yên cihanê bûye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îskenderê Mezin an jî Aleksander III (Aleksanderê sêyem, 356 b.z. - 323 b.z.) yek ji keyên makedonî bû û di dema desthilatdariya xwe de (336 b.z. - 323 b.z.) dawî li keyaniya Farisiyan aniye û ji Helenistanê heya Hindistanê împeratoriyeke mezin ava kiriye. Çand û şarezayiya helenîstîk li rojhilatê bi destê wî belav bûye. Li gorî dîroknivîsan, serleşkerekî jîr bûye. Kurd jê re "Îskenderê Sergir" jî dibêjin. Lê dema ku ew hatibû Kurdistanê, di wê demê de kurdan navê "Skenderê Zûrqerneyn" anku "Skenderê Duquloç" lê kiribû.

Bavê Îskender keyê makedonî Fîlîpos II (Fîlîposê duyem) e û diya wî Olîmpias, keça key Neoptolemosê Epîrosî ye. Di zaroktiya xwe de ji Arîstoteles re şagirtiyê dike. Piştî kuştina bavê wî dibe key. Cara pêşîn hemî reqîbên xwe ji holê radike. Dest bi xeyalên bavê xwe ku bicih neanîbû dike. Bavê wî artêşeke taybet bo seferên Asyayê amade kiribû. Eşîrên trakî, geteyî û hîriyayan dibin xwarina yekem a Îskender. Li Têbe û Atînayê xebera mirina wî belav dibe û gel radibe ser piyan li dijî Îskender. Dema ku vê nûçeyê dibihîse, artêşa xwe radike ser Atînayê. Ji xeynî mabedan û mala helbestvan Pîndaros seranser Atînayê dişewitîne. Di heman rojê de 6.000 mirovî dikuje û yê mayî dîl digire. Li ser vê çalakiyê yewnanî dikevin bin bandora makedoniyan.

Îskender Antîpatrosê Sîbonî dike cîgirê xwe û dest bi sefera Asyayê dike. Artêşa wî ji 30.000 peya û 5.000 siwariyan pêk dihat. Rojê 30 km dimeşiyan. Gorî wê demê ev artêşeke bêhempa bû. Artêşa wî bi dijminê mezin farisiyan re li Granîkosê tên pêşberî hevûdu. Di vê şerî de Îskender biserdikeve û deriyê Asyaya Biçûk jê re vedibe. Ew dijminê tîranan bû, herçendî bi xwe jî keyekî zalim bû, sefera wî demokrasî ji bi xwe re dianî. Navê wî roj bi roj li nav gelan belav dibû. Cihê ku ew tê re derbas dibû, navê wî lê dikirin.

Piştî dagirkirina Anatoliya Rojava, bi riya Deryaya Spî riya xwe didomîne. Ankîra (îro, Enqere), Kapadokya û Kîlîkya digire û 333'ê b.z. de di şerê Îsosê de artêşa Dariyûş III (Dariyûşê sêyem) têkdibe. Sûrî û Fenîkeyê digire û dixwaze hêza deryayî ya Dariyûş bişikîne. Li bajarê Tîrosê Dariyûş berxwedaneke mezin nîşan dide. Dagirkirina bajêr heft mehan didome. Îskender biserdikeve ku eva jê re dibe naveke pirr mezin. Bajar tê talankirin û qirrkirin. Li ser riya Xazeyê di sala 332'ê b.z. de dikeve Misrê. Wê zivistanê li wir dimîne. Bi biharê re dest bi sefera Kurdistanê dike. Di tîrmeha 331'ê b.z. de bajarê Nîniv, Tapsakos û Hewlêrê digire. Li deşta Gaugamelayê dîsa bi Dariyûş re tên rûbirû û Dariyûş têk dibe. Babîlê digire û li ser riya Çiyayên Zagrosê re dikeve Parsiyayê. Pîştre Medyayê dagir dike û li paytext Ekbatanayê bêhna xwe vedide. Êdî hewcehiya wî bi leşkerên yewnanî namîne û dest bi xeyalan dike. Xwe bi navê "Mîrê Asyayê" binav dike û heyraniya wî bi çanda Medya û farisiyan re çêdibe. Ev yeka han dibe sedem ku hin caran serkanên makedonî û yewnanî li dijî wî dikevin çalakiyan.

Beriya zayînê 327'ê de bi 35.000 leşker û bi qasî 100.000 jî alîkaran dest bi sefera Hindistanê dike. Mixabin polîtîkaya wî ya yekgirtina makedonî, medyayî û farisî ji aliyê gelekan ve nayê pejirandin. Gelek caran li dijî serhildan pêk tên. Bi keça Dariyûş re dizewice û 30.000 xortê kurd û îranî bo perwerdeya leşkerî dişîne Makedonyayê. Hemî leşkerên xwe yên makedonî dişîne malê.

Di sala 324'ê b.z. de Luristanê dadigire. Amedekariyên xwe yên bo sefera Hindistanê diqedîne, lê di pîrozbahiyekê de pirr vedixwe û bi giranî nexweş dikeve. Di 33 saliya xwe de dimire û laşê wî di nava tabûteke zêrîn de tînin bajarê Îskenderiyeyê. Piştî mirina wî bi qasî demeke kurt lawê wî Îskender IV (Skenderê çarem) tînin ser text lê ew tê kuştin.

Îskenderê Mezin wekî Medya û Parsiyayê desthilatdariya xwe bi rê ve dibir. Gorî dîrokvên 70 bajar avakiriye Îskender. Desthilatdariya wî bandora helenîzmê heya tixûbê Hindistanê aniye. Li gorî dîroknasan, miroveke jîr, zîrek, xwedî vîzyonê, zana û cengawer bûye. Desthilatdariya wî 12 sal û 8 meh berdewam kiriye lê di vê demê de bi qasî ku hîç kesê nekiriye tiştinên girîng û bêhempa kiriye.

Hatina Îskender a li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îskender, piştî ku bi artêşa xwe re, berê xwe da Asyayê rê cihek ji wan cihê ku ew jê derbas bûyî Kurdistan bû. Piştî ku hatîye Kurdistanê, li wir, wî berxwedaneke mezin ji kurdan û gelên din ên herêmê li hemberî xwe dît. Di wê demê de, Kurd û xalkên din gelek ziyan didin hêza wî, êdî bi xalkê tavakan xwe dikşînin Çiyayê Zagrosan. Li wir jî tên hember hevdû. Lê di wê demê de, hêzên Îskender çi dike û naken, nikarin ji Çiyayê Zagrosê bi bihurîn. Cihek ji wan cihên di dilê wî de demên ev der bûye. Ew wekê têkçûneke mezin ji îskender re di dîrokê de cih digirê.

Di deme ku hatî de, wî pirr xuruxand. Ji ber vê yekê û wan kirinên wî yên xedar, êdî kurdan navê "zûrqerneyn"tiyê lê kirin û jê re gotin "Îskenderê Zûrqerneyn". Ev nav, navekî kurdan lê kiribû ya. Ji bo ku deme ku navê wî hat hildan, ew kirinên wî yên xedar jî werina bîrê bi navê wî re. Di wê demê de bahse pirtûkxaneyên ku hebûn tê kirin. Lê tê gotin ku Îskender, hêzên wî ew nivîsarên di wan de hemû şawitandina. Pirtûka pîroz ya Zerdeşt ku wî nivîsandiya û ku tê gotin ku ser bi hezaran çerman hatîya nivîsandin, hemû tên şawitandin.

Sereke Îskender ya bi mer Misre kevn ve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kuştina Îskender û piştî re perçebûna împaratorîya ku wî avakirîya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deme ku piştre tê "Serdema helenîstîk"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serdema helenîstîk

Girêdanên derva[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Skenderê Mezin li gorî minyatûreke îlxanî (ji salên 1330-1340'î) ya berhema Şahnameya Firdewsî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]