Şerê Sar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şerê sar hat beralîkirin)
Şerê Sar
  • Şerê sar
  • perpetual war
  • proxy war
  • serdema dîrokî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 1945 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 25 kanûna pêşîn 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
Pêk tê ji
  • War of Attrition
  • Saur Revolution
  • proxy war
  • Operation Cyclone
  • Afghanistan conflict Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • post–Cold War era Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şerê Sar binavkirina têkiliyên di nabera bloka rojavayê û bloka rojhilatê yên di salên 1945 - 1990'ê ye. Herwiha Şerê Sar, heyama pevçûn, lihevnehatin, rikeberî û girjî ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst û hevalbendên herduan ji salên nivî ya dehsala 40an heta destpêka dehsalên 90an ji sedsala 20ê ye. Hevalbendên WYEyê Ewropaya Rojava, Japon û Kanada bûn û yên YKSS jî Ewrûpaya Rojhilat û heyamekê jî Çîn bûn. Wekî tê zanîn bloka rojava di bin pêşengiya DYE û NATO'yê li dijî bloka Sovyetê di pêşbirk û têkoşîne de bû û bi hilweşîna Sowyetê ev nakokî û pêşbirk bi dawî bû. Bloka rojhilatê di bin pêşengiya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetê (YKSS) û Pakta Warşova li dijî bloka rojava xwe parast û têkoşiya.

Bavê yan pêşengê vê polîtîkayê serokwezîrê DYE Harry S. Truman tê zanîn. Herdu blokan bi hev re rûbirû nediketin şer, lê bi metodên taybet bi hev re şerdikirin. Wekî bikaranîna welatên û rêxistinên neserbixwe, pêşbirk û şerê aborî, şerê psîkologîk, şerê îdeologîk hwd. Li ser şerê sar gelek fîlm, roman hatine holê. Dawiya şerê sar bi serkeftina bloka rojavayê hat û bloka rojhilatê hilweşiya.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destpêk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Şerê cîhanî yê duyem de Amerîka û Yekbûna Sovyet bi hev re hevkariyê dikirin da ku dewletên faşîst (ên wek Almanyaya Nazî, Îtalya û Japonya) bişkînin, hevkariya her du welatan, bi dawî bûna şerê di sala 1945an de qediyabû. Di mijara ji nu ve avakirina Ewropa de, di nava her du hêzan de gelek bêahengî cêbûbû.

  • Di sala 1947an de Amerîka bi serokatiya Truman, ji bo ku Ewropa bikişîne hêla xwe, soz da ku ewê alîkariya hemî welatan bike yên ku hewl didin xwe ji komunîzmê xelas bikin.
  • Di sala 1948an de bi alîkarya serok Marshall, Amerîka ji Ewropa re dest bi alîkariyên aborî kir û bi vî awayî xwest Ewropa bike hêla xwe. Bi reformên pereyê di nava Amerîka û Sovyetan krîz pêk hat û ev yek bû sedema gemaroya Sovyetan li dijî Berlîn: Êdî Amerîka nikaribû bi hêsanî alîkariya Almanya bibûya. Lê li hemberî hemî dijwarî û rîskan, Emerîka alîkariya xwe ya aborî ji Berlîn re ne qedand, bi rêya balafiran xwarin û tiştên din şande Berlîn û ew tiştan ji ezmên ve gihîştin erdê.
  • Di sala 1949an de Almanya di nava Amerîka û Yekbûna Sovyet hate parvekirin, Almanyaya rojava (alîgirê Amerîka) û Almanyaya rojhilat (alîgirê Sovyetan) hatin avakirin. Di heman salê de yekbûyên leşkerên Ewropa NATO (alîgirê Amerîka) ji hate avakirin.

Şerê Koreyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerê Koreyê (1950-1953)

Şerê Koreyê navê şerê Amerîka û Sovyetan e, yên ku di Şerê Sar de li Koreyê şer kiribûn.

Di sala 1950'an de Şerê Koreyê diqewime. Pêwîst bû Kore ya ku ji 1910'an pê ve koloniyeke japon bû, êdî bibe welateke serbixwe. Lê di sala 1950'an de leşkerên Sovyetê bakûrê Kore îşgal kirin û xwestin Kore bixin bin destê xwe. Li hemberî vê yekê Amerîka naxwest bêdeng bimîne, lê nikariû bê destûra UNO yê bice Kore. Emerîka piştrev li ser navê UNO dikeve hundirê Kore û ji başûrê Kore ve êrîşî leşkerên sovyet dike.

Şer heta sala 1953'an didome û bi mirina Stalîn bi dawî dibe, lê aşitiyeke mayinde pêk naye. Kore jî wek Almanya di nav her du hêzên mezin tê parve kirin: Koreya başûr dibe rejîmeke kapîtalîst (alîgirê Emerîka) û ya bakûr dibe komunîst (alîgirê Sovyetan).