Komara Korêyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
대한민국 / 大韓民國
Daehan Minguk
Komara Korêyê
Alaya Korêya Başûr Arma Korêya Başûr
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Aegukga
Zimanên fermî Korêyî


Paytext Sêûl
37°35′Bk 127°0′Rh / 37.583°Bk 127.000°Rh / 37.583; 127.000
Bajarê mezin Sêûl
Sîstema siyasî Komara Serektiyê
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Yoon Suk-yol (윤석열 , 尹錫悅)
Han Duck-soo (한덕수 , 韓悳洙)
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

100.210 km2
0,3
Gelhe
 - Giştî (2017)
 - Berbelavî

51.446.201[1][2] kes
507 kes/km2
Serxwebûn 11'ê reşemiyê 1945
Dirav Won (KRW)
Dem UTC+9
Nîşana înternetê .kr
Koda telefonê +82

Komara Korêyê (bi korêyî:대한민국; Hanja:大韓民國, bi inglîzî: Republic of Korea) welatekê Asyaya Rojhilat e û li nîvî ya başûrî ya Nîvgirava Korêyê hilkevtîye. Li bakur hevsî ya Korêya Bakur (Komara Gelêrî ya Demokratîk a Korêyê) ye. Li rojhilatê Deryaya Japonyayê ye ko dikevit navbera vî welatî û Japonyayê û li rojava jî Deryaya Zer dikevit navbera wê û Çînê. Nêzî nîvî ya hêşeta Korêya Başûr li an li derdora paytexta we Sêûlê dijîn. Sêûl bajerê duyemîn mezintirîn ê cîhanê ye.

Ev komar piştî Şerê Cîhanê yê Duyem û nemana dagirkarî ya 35 salî ya Japonyayê, li sala 1948'ê hat damezirandin. Serkevtî yên Şerî nîvgizirta Korêyê di navbera xwe da vebeşî. Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê piştî şerekê ko bi Şerê Korêyê hatîye niyasîn, ev par ji xwe ra misoger kir. Para bakurî ya nîvgizirtê ji Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Şêwirdar ra ma.

Aborîya Korêyê yek ji aborîyên herî lezgîn bûye di warê pêşkevtinê da. Li dema damezirandina Komarê da, Korêya Başûr yek ji hejartirîn û xizantirîn welatên cîhanê bû û niha aborî ya 10ê ye. Ev welat di warê teknolojî û bikaranîna teknolojiyê jî yek ji welatên herî li pêş e. Korêya Başûr bi hebûna karxane yên mîna Samsung, Hyundai, Kia, Daewoo û LGyê li seranserî cîhanê bi karsaziya xêvjimêr, keştî û têlefonên beriyê navdar e.

Korêya Başûr yek ji wan welatan e ko li paş Şerê Iraqê li sala 2003'ê pişikdarî ya Hêzên pirrnetew li Iraqê kirîye. Niha tîpeka leşkirî Komara Korêyê binavê Tîpa Zeytûnê li derveyî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê li başûrê Kurdistanê ye. Ev hêz pirranî bi karên civakî ve mijûl e. Nexweşxane ya vê tîpê çaresera nesaxên Kurdistanî dikit. Pişkên dî yên Tîpê arîkarî ya avakirina dibistanan û bingehên saxlemiyê û rahînan karmendan didin.

Tarîx[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî dabeşbûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorî mîtolojiya damezirandinê ya Korêyê tarîxê Korêyê bi damezirandina Joseona efsanewî li sala 2333 B.Z. ê dest pê dike. (Wek Gojoseon jî tê zanîn, ji ber ku li sedsala 14emîn da jî xanedanekî bi heman navî hebû; pêşbendê Go- tê maneya "kevn" yan jî "ya berê") Gojoseon heta ku bakurê nîvgirava Korêyê û hin deverên Mançuryayê bi dest xist fera bû. Piştî ku bi xanedanê Hanê ya Çînê ra ket nav pevçûnên bêhesab Gojoseon parçebû û Korê ket serdema Proto-Sê-Qiraltiyan. Di destpêka vî serdemê da Buyeo, Okjeo, Dongye û yekîtiya Samhanê nîvgirava Korêyê û deverên li başûrê Mançuryayê dagir kirin. Piştî hilweşîna van dewletan, dewletên çûçik wek Goguryeo, Baekje û Silla mezin bûn û nîvgiravê binavê Sisê Keyaniyan zeft kirin. Dû re hersê keyaniyan jî ji hêla Sillayê ve hatin zeftkirin. Bi vê yekê ra li Korêyê serdema Dewletên Bakur - Başûr dest pê kir. Bi vê yekê pirraniya nîvgirava Korêyê ket bin destê Sillaya Yekbûyî û di heman demê da jî Balhae jî li bakurê Goguryeoyê hebû. Li heyna Sillaya Yekbûyî hunerê helbestnivêsandinê û huner hate teşwîq kirin, çandeya Budîzmê pêş ket. Pêwendiyên di navbera Korê û Çînê li vê heynê rind man. Lê belê Sillaya Yekbûyî ji ber berberiyên navxwayî her ku çû lawaz bû û li sala 935ê da teslîmî Goryeoyê bû. Cîranê Sillayê ku li bakurê vê dimîne Balhae, wek wêrisê Goguryeoyê hat damezirandin. Li dema xwa ya herî rind Balhae beşekî mezin ya Mançuryayê û hinek deverên Rûsyaya hiroyîn zeft kir. Balhae li sala 926ê ket destê Kîtaniyan.

Nîvgirav ji hêla Împeratorê Goryeoyê Taejo Wang Geon ve li sala 936ê yekbû. Wekî Sillayê Goryeo jî dewletekê zahf çandeyar bû û li sala 1377ê da Jikji pêk hat, makînaya livdar ya kanzayî ya herî kevn. Li sedsala 13ê îstilayên mongolan Goryeo bêhêz kir. Piştî 30 sal şer Goryeo serweriya xwa dewam kir, lê dîsa jî mongolan ra xerac dan berevajî vê jî mitefiqê wan bûn. Piştî hilweşîna Împeratoriya Mongolan li Goryeoyê berberiyên siyasî yên giran derketin û xanedaniya Goryeoyê bi serhildanekê ku ji hêla general Yi Seong-gye ve hat birêvebirin li sala 1388ê ket bin hukima xanedaniya Joseonê. Key Taejo navê Korê ya nûv kir Joseon, ji ber ku berê jî navê Korêyê Joseon (Gojoseon) bû. Sêûl jî kir paytexta nûv ya vê dewletê. 200 salên xanedaniya Joseonê hema hema bi haşitî derbas bûn. Li sedsala 14emîn li heyna Keyê Mezin Sejongê da Hangul (nivêsê korêyî) pêk hat û ji xeynî wê girîngiya Konfusiyanîzm zêde bû.

Li salên 1592ê û 1598ê Korê ji hêla japoniyan ve hat îstilakirin. Toyotomi Hideyoshi fermandarê leşkeran bû û plan kiribû ku kişwera Asyayê bi rêhya Korêyê dagir bike, lê bi îhtimaleke mezin ji hêla artêşa Salih ve û bi alîkariya xanedana Ming ve hatin qewitandin. Bi saya vê şerê amîral Yi Sun-sin mezin bû û Keştiyê Kûsî ya wî jî meşûr bû. Li salên 1620î û 1630î da mançuyan Joseonê îstila kirin, li dawiyê mançuyan hemû Çînê fetih kiribûn. Piştî rêzeyeke şerên li dijî Mançuryayê, Joseon nêzikî 200 sal di haşitiyê de ma. Key Yeongjo û Key Jeonjo xanedaniya Joseonê ra nûjeniyên çandeyî anîn.

Lê di salên paş da xanedaniya Joseonê ku bi awayekî aşirî girêdayî Çînê bû, tecrîd bû. Li sedsala 19emîn de Korê ji ber siyaseta tecrîdê wek Keyaniya Silak dihate binavkirin. Xanedaniya Joseonê wê pêngavê ji ber xwaparastina ji emperyalîzmê avit, lê di dawiyê de ji ber bazirganiyê xwa ji dinyayê ra vekir. Piştî Şerê Çînî - Japoniyan yê Yekem û Şerê Hûris - Japoniyan Korê ket bin serweriya japonan (1910 - 1945). Di dawiyê Şerê Cîhanî yê Yekem de japonan xwa teslîmî hêzên Sovyet û Amerîkan kirin. Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bakurê Korêyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî başûrê Korêyê dagir kiribûn.

Piştî dabeşbûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî planê ku siftê hat kirin li dema Deklarasyona Qahîreyê qerarê Korêyekî yekbûyî hate dan. Ji ber Şerê Sar di navbera Yekîtiya Sovyetan û DYAyê dwudu hikûmat hatin damezirandin. Her yekî bi îdeolojiya xwa rêh li ber dabeşbûna Korêyê vekirin. Bi vî awayî li sala 1948ê Korê dabeş bû û dwudu dewletên serbixwa pêk hatin. Li Bakurê Korêyê gerîlayê berê û çalakvanê komunîst Kim Il-sung bi piştgiriya Sovyetan bi hêz bû û li Başûrê Korêyê jî siyasetmedarê rastgir ku li sirgûnê bû Syngman Rhee erkê serekcimhûrkiyê ya Başûrê Korêyê girt ser xwa.

Li 25ê hezîranê 1950ê de Korêya Bakur hewl da ku Korêya Başûr dagir bike û ev bûyer jî çirûska Şerê Korêyê bû. Va şera jî di heyna Şera Sar de pevçûna mezin ya ewil bû. Di heman demê da Yekîtiya Sovyetê Neteweyên Yekbûyî baykot kir. Ev jî bû sedema wendakirina mafê vetokirina wan. Piştî xuyabûna yekkirina welatê ji hêla Korêya Bakur ve ku bihêz bû û bi wendakirina mafê vetokirinê ya Yekîtiya Sovyetan, îmkana midaxelekirinê jibo Netewên Yekbûyî çêbû. Yekîtiya Sovyetan û Çîn bi her awayî piştgirî dan Korêyê Bakur. Di salên paş de bi milyonan leşkerên artêşa çîniyan beşdarî şerê bûn û piştgiriya leşkerî dan Korêyê Bakur. Li herdu hêlan jî gelek merivên sîvîl mirin û herdu hêl jî ketin neçariyê. Li sala 1953ê agirbest hat îlankirin, lê ti carî ev agirbest ji hêla Korêya Başûr û Korêya Bakur ve nehat îmzakirin. Ev jî vê nîşan dide ku herdu hêl jî bi teknîkî hîn di rewşa şer de ne. Di encama Şerê Korêyê de 2.5 milyon kes jiyana xwa ji dest dan.

Di encama serhildanekî xwandekaran de li sala 1960ê serekcimhûrkê otokratîk Syngman Rhee neçar ma ku îstîfa bike. Piştî vê îstîfayê Korêyê Başûr ket heynekê bê îstiqrara siyasî. Salekî piştî îstîfakirina Syngman Rhee derbas bû ku general Park Chung-hee li dijî hikûmata lawaz û bêbandor darbeyekî leşkerî kir. Park erkê serekcimhûrkiyê girt ser xwa û heta ku li sala 1979ê di encama suîqestekî hat kuştin erkê xwa dewam kir. Di heyna Park Chung-hee Korê bi îxracatê zû mezinbûnekî ekonomîk bi dest xist. Lê di vê heynê de zextên siyasî li ser Korêya Başûr jî giran bûn. Herçend e ekonomiya Korêyê di heyna wî de pêşketîbûsa jî, Park bi awayekî tund wek dîktator dihate rexnekirin.

Li salên piştî suîqestê li dijî Parkê li welatê telaşê siyasî çêbû û muxalifên ku hatibûn dewisandin dest bi kampanyayên hilbijartina serekcimhûrkiyê kirin. Li sala 1979ê Darbeya leşkerî ya 12ê berfanbarê ji hêla Chun Doo-hwan ve li dijî hikûmata demborî ya Choi Kyu Hahê hat kirin. Choi Kyu Hah li wê çaxê serekcimhûrka demborî bû û di dema hikûmata Parkê erka serşalyariyê birêvedibir. Chun piştî darbeyê tevdîrên cur bi cur helgirt û hate desthilatê. Wekî din Chun kargeriya pihêtkirî ya berfireh îlan kir, zanîngehan girt, çalakiyên siyasî qedexe kir û çalakiyên çapemeniyê jî sînordar kir. Piştî ku li 17ê gulanê hate ser meqamê serekcimhûrkiyê li tevahiya welêt protesto dest pê kirin, çimkî xalk demokrasî dixwast, bi taybetî li bajarê Gwangjuyê protesto pirr zêde bûn. Bi mebestê zextkirina Tevgera Demokratîkbûnê ya Gwangjuyê Chun hêzên taybet li wî bajarî ra şand.

Chun û hikûmata wî Korêyê heta sala 1987ê bi awayekî despot îdare kir heta ku kesekî ku diçû Zanîngehê Netewî ya Sêûlê bi êşkence hat kuştin. Li 10ê hezîranê Komeleya Edaletê ya Rahîbên Katolîk vê bûyerê birin xalkê, ev jî bû sedema xwapêşandanên mezin li welêt. Di dawiyê de Partiya Dadmendiya Demokratîk û serekê giştî yê vê partiyê Roh Tae-woo li 29ê hezîranê danezanekî îlan kir. Di vê danezanê de hilbijartina serekcimhûrkê ji hêla xalkê ve hate pêşbînî kirin. Roh hilbijartinê bi ferqekî hindik li pêş lîderên mixalifetê Kim Dae-Jung û Kim Young-Samê qezenc kir.

Li 1988ê li Sêûlê Olîmpîyatên Havînî ya 1988ê hatin li dar xistin. Korêya Başûr li 1996ê bû endamê OECDyê. Dewlet li Kirîza Ekonomîk ya Rohhelatê Asyayê ya 1997ê bi neyînî bandordar bû, lê dîsa jî zû ji vê kirîzê rizgar bû û hêdî hêdî bibe sa jî bi mezinkirina ekonomiya xwa dewam kir. Li hezîrana sala 2000î de angajmanê Siyaseta Rohyê bû sedemê zîrweya Înter-Korêyê. Piştî salekî Kim ji ber şoẍulên xwa jibo demokrasî û mafên merivan li Rohhelatê Asyayê û Korêya Başûr û bi taybetî ji ber hewlên xwa ya pêkanîna haşitî bi Korêya Bakur ve bi Xelata Nobel ya aştiyê hat xelatkirin.

Di salê 2002ê de Korêya Başûr bi hevkariya Japonyayê ve mazûvaniya Kasa Cîhanê ya FIFAyê ya 2002ê kir, lê paşînga ji ber xwedîlêderketina Qîşên Liancourtê ji hêla herdu welatan ve (Li Korêyê wek Dokdo tê binavkirin û li Japonyayê jî wek Takeshima tê binavkirin) pêwendiyên navbera Japonya - Korêya Başûr xirab bûn. Ev bûyer ji hêla medyayê ve wek Kirîza Qîşên Liancourtê hat binavkirin.

Siyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî gelek dewletên demokratîk şeklê îdarekirinê ya Korêya Başûr ji sisê piniyan pêk tê: birêvebirin, dadmendî û qanûndanîn. Organên birêvebirinê û qanûndanînê ya Korêya Başûr di qada netewî de erkên xwa bi cîh tînin.

Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol li Korêye Başûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî Xizmeta Agahdariya iststatîstîkî ya Koreyî (2015), 19.7% ji nifûsa Koreyê protestan in, lê 15.5% budîst û 7.9% katolîk in. 56.1% ji nifûsê bê dîn e. Berevajî li gorî navenda lêkolînê ya amerîkî (Pew Research Center, 2010) ku 29% ê nifûsê xiristîyan in û bi rêzê 23% budîst û 46% bê ol in. [3]

Ol li Komara Korêyê (2015) [4] [5]
Mirovên bê dîn
  
56.1%
Protestanî
  
19.7%
Budîzm
  
15.5%
Katolîk
  
7.9%
yên dîn
  
0.8%

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Population Projections for Provinces (2013~2040)" (PDF). Statistics Korea. 16 nîsan 2016. Roja gihiştinê 20 gulan 2016.
  2. ^ "Major Indicators of Korea". Korean Statistical Information Service. Roja gihiştinê 9 îlon 2016.
  3. ^ "6 facts about Christianity in South Korea". Pew Research Center (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 sibat 2021.
  4. ^ Quinn, Joseph Peter (2019). "South Korea". Bi Demy, Timothy J.; Shaw, Jeffrey M. (edîtor). Religion and Contemporary Politics: A Global Encyclopedia. ABC-CLIO. r. 365. ISBN 978-1-4408-3933-7. Roja gihiştinê 3 hezîran 2020.
  5. ^ South Korea National Statistical Office's 19th Population and Housing Census (2015): "Religion organisations' statistics". Retrieved 20 December 2016

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]