Faşîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Faşîzm (bi Inglîzî: Fascism) aydiyolociyeka siyasî ya otorîtariyanîstî ye ko berjeweniyên kesokî û civakî yên corbicor gorî û qurbanî berjewendiyên neteweyê dikit û jibo yekbûna neteweyî bi rêya hokarên hevpişkên mîna nejad, [[dînY] û ferhengî anko çandî dikit. Rayedar gelek saloxetan paldidin faşîzmê, lê hindek ji van saloxetan hertimî ne: neteweperêsî, otorîtariyanîzm, tuxmperêsî (nejadperêsî), popolîzm, dijîtiya komûnîzmê, dijîtiya azadiyên siyasî û aborî. Bervajî nihêrîna giştî, faşîzm dibit ko bê tuxmperêsiyê jî bihêt dîtin.

Zarava faşîzmê[biguherîne]

Ev zarav jibo cara pêşîn ji aliyê diktatorê faşîstê Îtalyayî Benîto Musolînî ve hat bikaranîn. Wî ev peyv ji peyva fascio çêkir ko bi raman yekîtîyê ye. Peyva fascio bi xwe jî ji peyva fasces ya Latînî hatiye. Fasces destikekê çîlik anko darikên zirav bû ko li dor bivirekî hatibûn girêdan û li Roma Kevin çeveng anko sembola$desthilata macîstrayên bajêrwar bû. Dema çîlik digehin hev bihêztir dibin û bivir nikarit wan zûka bişikênit.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)