16'ê avrêlê
Ji Wîkîpediya
| << | Avrêl 2012 | >> | ||||
| Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
| 1 | ||||||
| 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 |
| 9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 |
| 16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 |
| 23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 | 29 |
| 30 | ||||||
| Rojên salê | ||||||
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Bûyer
[biguherîne] Kurdistan
- 2002 - Li paytexta Belçîqa Brukselê Partiya Karkerên Kurdistan PKK, bi civîneke çapemeniyê encamên Kongreya xwe ya 8emîn ji rayagiştî re ragihand. PKKê diyar kir ku wê navê xwe kiriye Konreya Azadî û Demokrasiya Kurdistan KADEK.
[biguherîne] Cîhan
- 1972 - Rêwîtiya heyvê ya 5emîn ya Mirovatiyê bi keştiya asîmanî «~Apollo 16~» destpêkir.
- 1988 - Hêzên Deryayî yên Îsraîlê şeva 16 nîsanê serdegirtinek li darxistin û ji Serokên Rêxistina Fîlîstînê Xelîl El-Wezîrî ku weke Ebû Cîhad tê naskirin, qetilkirin.
[biguherîne] Zayîn
- 1924 - Anatole France, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê.
- 1916 - Behçet Necatigil nivîskarê tirk.
[biguherîne] Mirin
- 1992 - Li navçeya Amed Sîlwanê welatparêzekî Kurd yê bi navê Ridwan Çelebî rastî êrîşeke çekdarî ya faîlê wê ne diyar, hat û jiyana xwe ji dest da.
- 1999 - Gerîllayê Kurd Muhamed yê bi navê kod Levent (di sala 1972an de li Kûbanê hate dinê), li herêma Metînan Kanîmasiyê jiyana xwe ji dest da.
- 1999 - Gerîllayê Kurd Ulaş Demîray yê bi navê kod Rênas (di sala 1974an de li Elezîzê hate dinê û di sala 1993an de li Dêrsîmê tevlî nav refên gerîlla bû, fermandarê tîmê bû), Îbrahîm Yildiz yê bi navê kod Şiyar (di sala 1978an de li Dêrsîmê hate dinê û di sala 1997an de tevlî nav refên gerîlla bû), Şerîf Gûrbûzoglu yê bi navê kod Bagok Dilar (di sala 1972an de li Liceyê hate dinê û di sala 1992an de li Amedê tevlî nav refên gerîlla bû, fermandarê tîmê bû), Serdar Mert yê bi navê kod Serdar (di sala 1974an de li Sîweregê hate dinê û di sala 1996an de li Zapê tevlî nav refên gerîlla bû) Mîhran Oya yê bi navê kod Mîllîtan (di sala 1969an de li Erxaniyê hate dinê) li herêma Dêrsîmê hin ji wan di şerê li Merkezê, hin ji wan jî di encama êrîşa kombrayê de jiyana xwe ji dest dan.
- 1999 - Gerîllayê Kurd yê bi navê xwe yê kod Mehmet yê ji Ehlatê, li herêma Erzirom Yedîsûyê jiyana xwe ji dest da.
- 1999 - Gerîllayên Kurd Diren Atmaca ya bi navê kod Rewşen (di sala 1981ê de li Dêrsîmê ji dayikbû û di sala 1996an de li Dêrsîmê tevlî nava refên gerîlla bû), Ozlem Vural yê bi navê kod Ferda( di sala 1983an de li Sarikenta-Mazgîrtê hate dinê û di sala 1997an de li Dêrsîmê tevlî nav refên gerîlla bû) li herêma Dêrsîmê Hozatê di kemînekê jiyana xwe ji dest dan.
[biguherîne] Cejn û salveger
- Roja Netewî ya Danîmarkayê
|
|||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||